Şênî û ciwanên Cirniyê meşek li dijî komploya navneteweyî li dar xist

Bi dehan şênî û ciwanên Cirniyê yên Tebqayê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî meşek li dar xist.

Şênî û ciwanên Cirniyê meşek li dijî komploya navneteweyî li dar xist
18 sibat, 2023   13:36
TEBQA

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Cirniyê meşek li dar xist û tê de bi dehan şênî beşdar bûn.

Meş ji pêş Navenda Çand û Hunerê ya Cirniyê dest pê kir. Şêniyan wêneyên Rêber Ocalan û pankartên "Ciwan Fedaîyên Rêber Ocalan in", "Hûn nikarin roja me tarî bikin" hildan.

Li pêş navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya li Cirniyê endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a Cirniyê Fatme El Cuma daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan a em vê komploya li dijî Rêber Ocalan di her sal û her kêliyekê de şermezar dikin, her wiha helwesta CPT′ê ku îdia dike ku ew rêxistineke mirovî ye şermezar dikin. Ji ber di partîkê de ajana rejîmên kapîtalîzmê ye, di serî de ya dewleta Tirk a dagirker e.

Em banga azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan dikin. Em di şoreşa xwe de ligel gel û hêzên xwe dewam dikin. Her wiha em soza xwe ya ku ew nikarin roja me tarî bikin ji rêberê xwe, hevrê û şehîdên xwe re nû dikin.

Bi pêşengtiya jinên ciwan û ciwanan em ê destkeftiyên şehîdên xwe biparêzin, armancên şoreşa xwe pêk bînin û fikrê azad li tevahî cîhanê belav bikin."

(fr)

ANHA