Yekitiya Jinên Êzidî li Tirbepsiyê semînerek li ser Cejna Xidir Ilyas da

Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava semînerek li Tirbespiyê li ser Cejna Xidir Ilyas da.

Yekitiya Jinên Êzidî li Tirbepsiyê semînerek li ser Cejna Xidir Ilyas da
Yekitiya Jinên Êzidî li Tirbepsiyê semînerek li ser Cejna Xidir Ilyas da
Yekitiya Jinên Êzidî li Tirbepsiyê semînerek li ser Cejna Xidir Ilyas da
18 sibat, 2023   13:20
QAMIŞLO

Semîner li hola PYD′ê bi beşdariya şêniyên ji hemû pêkahteyan hate lidarxistin.

Di semînerê de endama Koordînasyona Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava Hediye Şemo bi zimanê erebî axivî.

Hediye got êzidî pêncşema yekemîn a Sibatê Cejna Xidir Ilyas pîroz dikin.

Hediye got ev cejn bi boneya pratîka çandî û şovbûna axê ve girêdayî û bi hatina soza çandina tovan û destpêkirina mewsima zêdebûnê ve girêdayî ye.

Hediye diyar kir ku Xidir Ilyas wek firîşteyekê tê, di her salê de di vê demê de bi şêweyê mirovan dadikeve kela Mêrdîn a li Bakurê Kurdistanê. Nîşane û perestgehên wî li piranî cihên êzidiyan û Laliş hene.

Li ser rêûresman Hediye wiha pê de çû: "Di şeva cejnê de jin mîqdareke tov û baqil ji 7 cureyên cihêreng mîna genim, ceh, nîsk, nok, garis, berberoj û kunciyan amade dikin. Ew hemû tên qelandin û tên hêrdin û sibeha cejnê Bêxwîn tê çêkirin. Piştre dimsê xurmeyê li Bêxwînê wek şîraniya cejnê tê zêdekirin. Ew şîranî li cîranan tê belavkirin, her ferdek malbatê û xizmên wan dixwe û hin êzidî li nava zeviyên xwe direşînin."

Hediye da zanîn ku di cejnê de nêçîr, serjêkirina lawiran û rêwîtî qedexe ye.

Li aliyekî din jî endamê Akamdemiyên Civaka Demokratîk Welat Zerdeştî bi zimanê Kurdî li ser cejnê axivî û behsa taybetmendî û kevneşopiyên Cejna Xidir Ilyas û asta girêdana wê bi cejnên êzidî re kir.

Zerdeştî destnîşan kir ku êzidî bi xweza û xakê ve girêdayî ne û piranî cejn û boneyên wan girêdayî hêmanên xwezayê, demsal, sozên çandinî û çinînê ne.

Zerdeştî wiha dawî li gotina xwe anî: "Hemû ol banga hezkirin û lêborinê dikin. Ev yek di Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de eşkere bû. Ola êzidî ji ber siyasetên rejîmên desthilat di sedsalên berê de rastî paşguhkirinê hat."

(fr)

ANHA