Nirxandinên kesayetên navdar ên cîhanê derbarê Rêber Ocalan de

Rewşenbîr, nivîskar, hiqûqnas û zanyarên navdar ên cîhanê, ji Amerîkayê heta Ewropayê, heta Asya û Afrîkayê, diyar dikin ku divê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan di dema herî nêz de mîsoger bibe û wî wek “Fîlozof û rûyê rasteqîn ê mirovahiyê” pênase dikin.

Nirxandinên kesayetên navdar ên cîhanê derbarê Rêber Ocalan de
17 sibat, 2023   23:36
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Rewşenbîr, nivîskar, hiqûqnas û zanyarên navdar ên cîhanê ku berê daxuyanî dan ajansa me û hin saziyên çapemeniyê, bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û rêbazên çareseriya pirsgirêkên mirovahiyê û destnîşan kir ku divê di zûtirîn demê de azadiya wî ya fîzîkî were mîsogerkirin.

Hin nirxandinên rewşenbîr, nivîskar, hiqûqnas û zanyaran wiha ne:

'RAMANÊN WÎ ÎLHAM DA DESTKEFTIYÊN ROJAVA'

Zimanzanê amerîkî Noam Chomsky diyar kir ku divê Rêber Abdullah Ocalan tavilê ji esareta “dermirovî” xelas bibe û got: “Tevî ku fikrên wî îlhamê didin destkeftî û pêşketinên li Rojava jî, di heman demê de ji bo hêzên nerewa yên hemû rejîmên otorîter ên li herêmê serdest in, wek gefekê tên dîtin.”

Parêzer Joke Calewaert yek ji sedan parêzerênan e ku ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re serlêdan kiriye û got: “Em dixwazin siyasetmedar bi biryarên edaletê ve girêdayî bin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) 2 caran biryar da ku pêvajoya li dijî Abdullah Ocalan ne hiqûqî ye. Anku nabe Ocalan li Îmraliyê di bin tecrîdeke mutleq de bê ragirtin.”

‘EWROPA DI MIJARA MAFÊN MIROVAN DE BI SER NEKET’

Parlamenterê Îrlandayê yê Sinn Feinê yê Konseya Ewropayê Paul Gavan jî wiha got: “Ocalan rûyê rast ê mirovahiyê û demokrasiyê ye. Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina demokrasiyê ye. Wek Tevgera Çep a Yekbûyî dê banga me ya ji bo edaletê bidome. Em ê hewl bidin Îrlandayê jî seferber bikin. Ewropa di mijara mafên mirovan de bi ser neket. Wek partiya Sinn Fein em ê desteka xwe bidomînin.”

Sekretera Komîteya Rewşên Awarte ya Rojava ya DYA’yê ya li Rojava û keça fîlozof Murray Bookchin, Debbie Bookchin diyar kir ku divê ev rewşa ku mafên mirovan ên bingehîn ên Rêber Abdullah Ocalan jê tên girtin, neyê qebûlkirin. Debbie Bookchin diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ji bo siberoja Rojhilata Navîn gelekî girîng e û got: “Ocalan dengê bawerî û ruhê gelê Kurd e. Ji bo aştiyê kesayeteke sereke ye. Ji bo aştiya cîhanê tê dikoşe. Paradîgmaya konfederalîzma demokratîk a birêz Ocalan, ji bo avakirina jiyaneke wekhev, demokratîk, ekolojîk, femînîst, adîl û azadîparêz ji bo me nexşerêyeke baş e.”

DIVÊ RAYA GIŞTÎ YA CÎHANÊ TEV BIGERE

Parêzerê Nelson Mandela, Siraj Desaî nerazîbûna xwe ya ji ber agahi wernegitina ji Rêber Abdullah Ocalan nîşan da û destnîşan kir ku wan Mandela jî di nava şert û mercên herî xirab de dîtiye û got: “Hiqûqa navneteweyî vê qebûl nake. Hiqûqa navneteweyî hem di dema dozan de hem jî di dema cezakirinê de, mafê xwegihdandinê dide we. Divê ev rewş di raya giştî ya cîhanê de jî bibe sedema fikaran.”

Nirxandinên rewşenbîr û akademîsyenên ku ji ajansa me re jî axivîne, wiha ne:

'RÊBEREKÎ REALÎST'

Seroka Komîteya Mafên Sivîl a Tirkiyeyê ya Yekitiya Ewropayê û profesora Zanîngeha Norwêcê Bergen Kariana Westrheim ji ajansa me re gotibû: “Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn çareseriya herî baş e. Demokrasî û aştiyê mîsoger dike û li Tirkiyeyê bi rêya wî aştî dikare çêbe. Her wiha bi rêya diyaloga pê re û îmzekirina peymanekê, aştî dikare li herêmê pêk were.”

'OCALAN DENGÊ BAWERÎ Û RUHÊ GELÊ KURD E'

Neviyê Mahatma Gandhi, Ela Gandhi diyar kir ku divê hikumeta Tirk li azadiya Rêber Abdullah Ocalan bifikire. Ela Gandhi diyar kir ku Rêber Ocalan ji 70 saliyê derbas bûye û mixabin hê jî girtî ye.

'RAMANÊN OCALAN DÊ HEMÛ GELAN AZAD BIKIN'

Cîgirê berê yê wezîrê karên derve yê Afrîkaya Başûr Ebrahîm Îsmaîl Îbrahîm ku 15 salan li Girava Robben bi Nelson Mandela re hatiye ragirtin, destnîşan kir ku têkoşîna azadiyê ya Rêber Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd e, ji bo tevahiya gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn e û got: “Mîna Mandela ku ji bo civakeke bênîjadperestî tê koşiya û her kes lê azad bibe, Rêbertî û fikrên Ocalan dê hemû gelan azad bikin.”

Hîndekarê Zanîngeha Emden/Leer a Almanyayê Dr. Mechthild Exo jî got: “Divê Tirkiye di van dan û standinan de Ocalan wek muxatabê sereke yê demokratîkbûnê qebûl bike. Ji ber ku Ocalan vê bike divê bi hemû rêxistinên civakî û siyasî re û di nava têkiliyê de be. Anku ev yek ferz dike ku Ocalan wek nûnerekî girîng ê siyasî û fîlozofekî siyasî bê qebûlkirin û serbest bê berdan û li vê derê nikare di nava tecrîdê de bê ragirtin, nabe ku wek sûcdar an jî terorîst bê dîtin.”

LI EFGANISTANÊ PARADÎGMAYA RÊBER OCALAN

Ji rêveberên RAWA’yê ya Efganistanê diyar kir ku kes nikare paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan îzole bike û got ew difikirin ku bi tunekirina Rêber Ocalan re dikarin tevgera şoreşger û Kurd bê deng bikin, lê şaş in.

Rêvebera RAWA'yê got: “Birêz Ocalan şoreşgerek e ku di nava gelan de şax vedaye. Ji ber berxwedana wî ya li dijî rejîma faşîst a Tirk û girîngiya ku dide rola jinan a di nava şoreşê de, em minetdarên wî ne.”

'EV ESARET GELAN BÊZAR NEKE'

Lêkolînerê Ermen Nûbar Melkonyan jî got: “Divê em Rêberê tevgera PKK'ê ji nava wan şert û mercên tecrîda giran derxin. Tu lîderekî gerîla dîlbûnê heq nake. Dijminên ked û azadiyê yên gelan wan deran heq dikin.”

Profesorê Zaningeha Cambridge Thomas Jeffrey Miley jî îşaret pê kir ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan gefê li pergala heyi ya gendel dixwin û got: “Biryardariya Abdullah Ocalan a berxwedanê û ruhê wî yê têkneçûyî li tevahiya cîhanê cesaretê dide şervanên azadiyê.”

Rojnamegera ji gelê Maya Anastasia Mejia jî diyar kir ku bi dîlgirtina Rêber Ocalan nikarin têkoşîna civakî ya wî bidin sekinandin û wiha got: “Ev dîlgirtin dê gelan bêzar neke. Têkoşîna me roj bi roj bi pêş ve diçe.”

'LI ŞÛNA GOTINÊN KLASÎKÊN ÊN MARKSÎST, DIVÊ BERHEMÊN OCALAN BÊN XWENDIN'

Nivîskarê ji Uruguayê Raul Zibechi belavbûna paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan û tevî ku li gelek zanîngehan berhemên wî didin xwendin, lê dîsa jî gurtî ye, wek 'rewşeke gelekî biêş' diyar kir.

Zibechi got: “Xwendina berhamên Ocalan li şûna klasîkên marksîst, dikare alîkariya me bike ku em civakên nû ava bikin, bêyî kesên ku ji aliyê serdestan ve tên tepisandin. Ev yek jî dikare tevkariyeke gelekî mezin li azadiya Ocalan bike.”

Nivîskar, hunermend û wergêr Janet Biehl jî diyar kir ku yekane hevparê muzakereya rasteqîn a hevdîtinên aştiyê yên bi Tirkiyeyê re Rêber Abdullah Ocalan e û got: “Divê Ocalan ku bi salan e di girtîgehê de ye, tavilê azad bibe û ji bo çareseriyê divê hevdîtinên aştiyê yên bi Tirkiyeyê re ji nû ve dest pê bikin.”

'DIVÊ SERBEST BÊ BERDAN'

Profesorê rûmetê yê Zanîngeha Hamburgê ku berê parlamenter bû û pisporê hiqûqa navneteweyî Norman Paech, armanca girtina Rêber Abdullah Ocalan li Kenyayê û revandina wî bo Tirkiyeyê, wek qelskirina Kurdên ji bo xweserî û xwerêveberiyê tê dikoşin, naskirina nasnameya Kurd, rûmeta mirovahiyê û jiyaneke wekhev bi nav kir. Paech got: “Tevî ku hebûna Ocalan a li nava gelê xwe bi rêya gelek pirtûk û nivîsên xwe gelekî li derveyî sînorên Tirkiyeyê ye jî, pêkanînên derveyî mirovahiyê yên tecrîdkirina wî ne tenê guherandina mercên girtîgehê, di heman demê de serbestberdana wî mecbûr dike.”

Serokê damezirîner ê Beşa Antropolojî û Guhertina Civakî ya San Franciscoyê Prof. Andrej Grubačić jî xuya kir ku tevgera bi îlhama Rêber Ocalan, gelek caran girêdana xwe ya bi prensîbên mafên jinan, bêcudahî, bêcudakirin û toleransê nîşan daye û got: “Li ku derê derfet hebe ev prensîb bi cih anî û divê ev ji hêla her kesî ve were destekkirin û pêşxistin.”

'YÊN BEŞDARÎ KOMPLOYÊ BÛNE YAN JÎ BÊ DENG IN, RÛREŞIYA MIROVAHIYÊ NE'

Lîderê gelê Purepecha yê ji civata xweser a Çeran a li Michoacan a Meksîkayê Pedro Chavez diyar kir ku ew bi Rêber Abdullah Ocalan re ne û got: “Ev yek, hezkirina Rêber Abdullah Ocalan a ji bo welat, xwebirêvebirina gelên me, berwarîbûna civaka diyalogê temsîl dike. Di heman demê de di çarçoveya van de têkoşîna azadiyê ya jinan a li dijî baviksalariyê jê dertê.”

Rewşenbîr û nivîskarê Ereb Îlhamî El Mîlejî jî diyar kir ku komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hem ji ber tevlêbûn û hem jî ji ber bêdengiyê dê ji bo mirovahiyê wek rûreşiyekê bimîne û got: “Ocalan dê li pêşberî derew û dek û dolaban bibe sembola delalî û rûmetê.”

ANHA