Bacên erdhejê bi ku ve çûn?

Erdheja ku 6ʹê Sibatê rû da, derewên desthilata dewleta Tirk eşkere kirin. Di vê erdhejê de derket holê ku avahiyên hilweşiyayî, li gorî pîvanên durist nehatibûn avakirin. Her wiha proje hebûn ku dîroka şaristaniyên kevin ji holê rakirin. Dîsa jî eşkere bû ku bacên hatibûn kombûn ji bo xizmeta dewletê hatin xerçkirin û alîkarî hatin firotin.

Bacên erdhejê bi ku ve çûn?
18 sibat, 2023   00:52
NAVENDA NÛÇEYAN – EHMED SEMÎR

Piştî erdheja sala 1999ʹan li Tirkiyeyê hemleyên dijberiya hikumeta Bulent Ecevît dest pê kirin. Ecevît wekî berpirsê kêmasiyên avahîsaziyê û berpirsê kêmasiyên di xebatên rizgarkirina mirovan de hat nîşandan. Dijbertiya li hemberî Ecevît ji bo Erdogan fersendek bû. Di vê rewşê de Erdogan bi hestên gel lîst û di encamê xwe xwe gihand ser desthilatê.

Piştî vê erdhejê serokê AKPʹê Erdogan got: "Erdhej pirsgirêka hikumetê ye, bi vê erdhejê re hikumet bi dawî dibe." Lê niha hemû bûyerên ku dibin dispêre qederê.

Di sala 2003ʹyan de, dema ku li herêma Çewlikê erdhej çêbû, Erdogan got avahiyên ku hilweşiyan, ne li gorî şert û qanûnên avakirinê ne û peymankar bi diziya madeyên avakirinê tawanbar kirin. Her wiha got: "Em ê xebatê dewam bikin da ku heman trajedî dubare nebe."

GELO DESTHILATA TIRK TEDBÎRÊN ERDHEJÊ GIRTIN?

Dewleta Tirk projeya "Veguherandina Bajaran" ragihand ku di pratîkê de sala 2013ʹan dest pê kir. Ev proje wekî amadekarî ji bo erdheja bê ya mezin hat nîşandan. Di xîtabên rayedarên Tirk de her tim dihat gotin "Divê pîvanên nû yên ji bo avakirinê hebin". Armanca vê projeyê ew bû ku avahî ji nû ve werin sazkirin û bi milyonan yekîneyên nû yên niştecihbûnê yên ku dikarin li hemberî erdhejan li ber xwe bidin, werin avakirin.

Serokwezîrê Tirkiyeyê yê wê demê Binalî Yildirim planên wan ên der barê hin projeyan de eşkere kirin û îdia kir ku ew projeyên mezin in û dê bi kêrî aboriya Tirkiyeyê bên. Projeya herî girîng a pêşxistin û başkirina taxên dîrokî yên kevnar ên li Stenbolê bû ku taxên dîrokî veguherînin yên nûjen.

PROJEYÊN KU BAJAR WÊRAN KIRIN

Ev proje li ser resengiya gelên dîrokî yên kevnar ên ku ji demên kevnar ve li vê herêmê jiyan û bi pirrengiya xwe ya demografîk, kevnar bûn û reseniya xwe ya bajarî û olî dihatin naskirin, hatibû avakirin.

Li şûna ku avahiyên ku nikarin di rewşên erdhejê de li ber xwe bidin hilweşînin, dîroka bajaran ji holê rakirin da ku Stenbolê veguherînin bajarekî geştiyariyê.

NAVENDÊN CIVAKÎ Û ABORÎ

Navçeya Beyoglu ya dîrokî wekî navenda jiyana civakî û aborî dihat zanîn. Li gel misilmanan, Cihû, Yewnan û Ermen lê dijiyan. Piraniya avahiyên vê herêmê vedigerin sedsala 19ʹan. Ev herêm hatin rûxandin da ku taxa Tarlabaşiyê were avakirin. Avakirina vê taxê jî di çarçoveya projeya "Veguherandina Bajaran" de ye. Li ser vê yekê herêma ku çîna xizan lê dijiya, bû taxeke nûjen ji bo îstîsmarkar û xwediyên milkan.

Di pêvajoya serdestiya AKPʹê de, niştecihên vê herêmê hewl da vê projeyê têk bibin, ji ber ku nakeve xizmeta giştî, lê dadgehê biryara temamkirina wê da.

TAXÊN DÎROKÎ JI BO XIZMETA DEWLEMENDAN DIGUHERÎNIN

Aqûbeta taxa Balat a dîrokî, mîna herêma Beykoglu. Taxa Bilat kêmîneyên olî, bi taybetî cihûyan spartgehek bû. Projeyên îstîsmarkirinê ku li vê taxê hatin çêkirin, nîşaneyên wê yên dîrokî ji holê rakirin. Li vê taxê xwaringeh û çayxanyên xwedî taybetmendiyên luks bû hatin avakirin ku ket xizmeta xwediyên nû yên milkan û dewlemendan.

GUHERTINA DEMOGRAFIYA SÛRÊ YA AMEDÊ

Ev rewş ji bo bajarê Amedê jî derbasdar e. Demografiya taxa Sûrê ya dîrokî ya şaristanî ya ku vedigere 7 hezar sal berê, guhertin û bi binceta "Veguherandina Bajaran" ev tax hat wêrankirin û xirabkirin.

ERDHEJA DAWÎN ÎDIAYÊN SEXTE YÊN DESTHILATA TIRK RAXISTIN BER ÇAVAN

Erdheja dawî ya ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê rû da, derewnên desthilata Tirk ên têkildarî pêkanîna rêgezên avakirinê de derxist rolê. Avahiyên sîst ên ku li xeta erdhejê hiweşiyan nîşan dide ku Erdogan heman rêbazê Ecevît pêk anî.

Mehek beriya niha li bajarê Antalya yê Tirkiyeyê lehiyeke dijwar rabû ku ji beriya 50 salî ve mîna wê çênebûye. Lehiyê gelek mal dan ber xwe.

Erdogan serdana bajar kir û îdia kir ku hikumeta wî bi rêya rêxistina AFADʹê baş kar dike û got: "Çima welatî pirsa dewleta me dikin?"

Vê carê hêrsa mexdûran derket holê ku pirsa "kanî dewlet?ʹ Kirin".  Erdheja ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê rû da, desthilata Tirk ji hiş bir. Nemaze piştî hêrsa niştecihên ya li hemberî bêxemiya tîmên rizgarkirinê ku wan li pêşberî mirin, sermaya dijwar, bê av, kehrebe û bê agir hiştin.

Dewleta Tirk pesnê rêxistina AFADʹê dike ku bi lez destwerdanê dike, alîkariyê mexdûran dike. Lê ev rêxistin ji bo armancên din hatiye avakirin û di rizgarkirina mirovên di bin kavilan de asê man de û dan û standinên bi felaketan re têkçû.

Tevî hişyariyên zanyaran, li şûna ku hikumet tedbîrên parastina ji erdhejê bigirin, tu tedbîrên ku karibin jiyana bi milyonan rizgar bikin, negirtin.

Bakurê Kurdistanê û Tirkiye di nav devereke erdnîgarî de ye ku ji aliyê erdhejê ve çalak e. Ev herêm bi sê parçeyên tektonîk (Ereb, Afrîka û Ewrasya) û 3 xetên erdhejê yên aktîf, qelişîna bakurê Anatoliya û ya rojavayê Anatolyaya bakur hatiye dorpêçkirin. Ji sala 1500ʹê ve, li herêmê zêdetirî 23 erdhejên bi pileya 7 an jî zêdetir erdhej rû dane û di encamê de bi hezaran kes mirine.

LI ŞÛNA KU MIROVAN DERXIN, PERE DERXISTIN

Di demekê de çavê elkê Bakurê Kurdistanê û Tirkiye li tîmên alîkarî û alavên rakirina kavilan û rizgarkirina kesên di binê enqazan de mane bû, dewleta Tirk alavên xwe ji bo rakirina kavilên bankan şandin û li şûna ku mirovan ji binê kavilan derxin, pere derxistin.

Ji ber xemseriya dewletê, kesên di bin enqazan de mirin. Tîmên ku dereng gihiştin cihê erdhejê çend wêne kişandin û vegeriyan, berî ku guh bidin jiyana kesên di bin kavilan de asê mane û wan bi mirinê re rû bi rû hiştin.

BACÊN ERDHEJÊ LI KU DERÊ NE?

Di rewşên wisa de, pirsa ku xwe dide der gelo pereyên bacên erdhejê ku dewleta Tirk piştî erdheja sala 1999ʹan ferz kiriye bi ku derê ve çûne? Di navbera salên 2000-2022ʹyan de 87 milyar û 998 milyon lîreyên Tirkiyeyê ji bo tawîzdayîna windahiyên aborî hatin komkirin.

30ʹyê Çileya 2021`ʹê rêjeya bacan ji sedî 7.5 hate zêdekirin û bû ji sedî 10. Tê texmînkirin ku di sala 2023ʹyan de 20.2 milyar lîreyên tirkî ji baçeyan hatin komkirin.

Piştî erdheja  sala 2011ʹan ku di encamê de 644 kes bûne qurbanî, diviyabû ku derdora 88 milyar lîre ji bo parastina ji karesatan û pêşxistina xizmetên awarte hatiba xerçkirin. Wezîrê Diravê Mihemed Şîmşek ragihand ku pereyên hatibûn komkirin ji bo sererastkirina rêya, balafirxane, perwerde û tenduristî hatin xerçkirin.

Dewleta Tirk ev pereyên ku kom kirinbûn, li şirîketên Limak Holding.Kalyon Group. Kolin Holding.Makyol Group û Cengiz Holding belav kirin ku peyman bi wan re îmze kiribûn.

Ev şîrketîhaleyan ji dewletê digirin. Di sala 2022’yan de dewletê 220 milyar dolar îhale dane wan û 128 caran efûya bacê daye wan. Ev îhale ji bo çêkirina pir, rê, sererastkirina balafirgeh, tunel, nexweşxane, Pira Osmangazî, balafirgeha Stenbolê, tunela Avrasyayê û Pira Sêyem a herî mezin hatin dayîn.

BUDÇEYA PÊŞÎN JI BO QIRKIRINA KURDAN E!

Pereyên ku hatibûn komkirin ji bo xizmeta dewletê bûn, ku Erdogan qirkirina Kurdan xistiye roja xwe ya pêşîn.

Sal bi sal budceya artêşê dewleta Tirk zêde dibe. Di sala 1990ʹî de budceya artêşê 5 milyar û 315 milyon dolar bû. Di sala 1999ʹan de gihaşt 9 milyar û 952 milyon dolarî.

Piştî ku Erdogan gihişt ser desthilatê budceya artêşê gihand 12 milyon dolarî. Di sala 2022ʹan de budceya Wezarata Parastinê ya Tirk gihaşt ji sedî 20, anku 80 milyar û 439 milyon û 536 hezarî. Ev hejmar xeta desthilata dewletê nîşan dide ku girîngiyê nade sererastkirina avahiyan, ku di encamê de karesat zêdetir bûn.

Di pêvajoya Erdogan de gelek erdhej rû dan. Erdheja li Çewlîgê  ya sala 2003ʹan, li Wan sala 2011ʹan, Îzmîr sala 2020ʹî mînak in. Di sala 2022ʹan de, li herêmên cuda, bi 5 pile û zêdetir 15 erdhej rû dan.

Erdogan ku ev 20 sal e li ser desthilatê yê 9 caran qanûna efûyê ji bo binpêkirina avahiyan derxist. Biraya efûyê ya dawî di sala 2018ʹan de. Bi vê biryar miqdareke mezin a pereyan xist zexîneya xwe û ev mijar ji bo serkeftina di hilbijartina de bi kar anî, bêyî ku guh bide jiyana bi dehhezaran mirovan.

SEFERBERIYA GEL

Di demekê de ku desthilat di pêşkêşkirina alîkariyan de xemseriyê dke, gel bi rihekî hevgirtî ji bo mexdûrên erdhejê serfer bûn. Ji herêmên cuda ciwanan berî dan cihê erdhejê da ku kesên bi binê kavilan de asê mane, rizgar bikin. Lê ev ciwan hatin girtin û îşkence li wan hat kirin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî maseya krîzê ava kir. Mase alîkarî kom kirin û ji mexdûrên erdhejê re şandin. Her wiha jinan tevî sermayê alîkarî bi rêxistin kir û nan û ji bo mexdûran amade kirin.

ALÎKARÎ HATIN FIROTIN

Di demekê de ku gel xwedî li mexdûran derdikeve, AFADʹê alîkarî tenê dida kampan û nikarî mirovan ji binê kavilan derxe. Ji wê zêdetir alîkariyên ku bo mexdûran bi dest xist, firotin dikanan. Li Amedê şêniyan betaniyên ku wekî alîkarî hatibûn şandin, bi 400-450 lîreyên Tirkiyeyê ji dikanekê kirîn.

(bb)

ANHA