​​​​​​​Tu alîkarî nagihêje Kurdên li Cindirêsê

Di dîmenekê de ku li ser malperên medyaya dîjîtal hatiye belavkirin, welatiyên Kurd ên ji navçeya Cindirêsê ya Efrînê dibêjin tu alîkarî negihaştine wan û alîkarî tenê diçin ji biyaniyan re.

​​​​​​​Tu alîkarî nagihêje Kurdên li Cindirêsê
16 sibat, 2023   12:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji ber erdheja 6`ê Sibatê ya li Tirkiye û Sûriyeyê, gelek dever xirab bûn. Li navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî jî wêraniyeke mezin çêbû. Dewleta Tirk a dagirker nehişt tîmên lêgerîn-rizgarkirinê û alîkarî bigihêjin wir.

Li ser malperên medyaya dîjîtal dîmenek belav bû, tê de diyar dibe çawa dewleta Tirk a dagirker di karesatan de jî şerê Kurdan dike û alîkariyan ji ser wan qut dike.

‘TU ALÎKARÎ NEHATIN’

Di dîmenan de, hin welatiyên ji xelkê Cindirêsê dibêjin ku wan tu rêxistinên alîkariyan nedîtine, navên wan jî ji bo belavkirina alîkariyan nehatine qeydkirin.

Her wiha destnîşan dikin ku ji ber erdhejê malên wan wêran bûn, lê ruxmî wê jî tu kesî alîkarî neda wan û got: “Tenê cîranên me hin madeyên xwarinê û nan dan me.”

ALÎKARÎ JI BIYANIYAN RE DIÇIN

Welatiyekî din ji Cindirêsê ku li pêşiya mala xwe ya wêranbûyî sekiniye, dibêje: “Tu kes nehat alîkariya me, kesên din ên ji Atmê û deverên din hatin, konên xwe li vir vedan, alîkarî hemû diçin ji wan re. Em kavilan bi destê xwe radikin, ne kon hene, ne jî alîkarî.”

Heman kes destnîşan dike ku mala wî zirar dîtiye, lê tevî wê jî ew li pêşiya mala xwe dimîne, ji ber wê çete diziyê bikin.

(cx)

ANHA