Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi boneya salvegera berxwedana her du taxan daxuyaniyek da

Di salvegera 7`emîn a êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de, Meclisa Giştî ya her du taxan bang li gelê Sûriyeyê kir ku li dora projeya Rêveberiya Xweser kom bibin û diyar kir ku “Ev projeya yekane ye ku maf û azadiya gelên herêmê mîsoger dike.”

Meclisa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi boneya salvegera berxwedana her du taxan daxuyaniyek da
16 sibat, 2023   12:44
HELEB

Di salvegera 7`emîn a êrişên komên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê de (16`ê Sibata 2016`an), Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li Qada Şehîdan a Şêxmeqsûdê daxuyaniyek da.

Bi dehan nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî, komîn û meclisan tev li dayîna daxuyaniyê bûn. Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Giştî Merî Şiblî daxuyanî xwend.

Merî Şiblî diyar kir ku êriş ji sê aliyan de pêk hatin û di encamê de binesaziya herêmê û gelek dever hatin rûxandin.

Şiblî bal kişand ser berxwedana gel û şervanên YPG/YPJ`ê û wiha dom kir: “Çeka herî bihêz di wê berxwedanê de biratiya gelan, jiyana hevbeş bû. Di oxira parastina Şêxmeqsûd û tevahî Helebê de bi dehan şehîd hatin dayîn. Ew berxwedan bû mînaka şerê gel ê şoreşgerî.”

Şiblî bang li tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê kir ku li dora projeya Rêveberiya Xweser kom bibin û got: “Ev projeya yekane ye ku azadî û mafên gelên herêmê misoger dike, Sûriyeya azad û demokrat a ji bo hemû sûriyeyiyan diparêze.”

(cx)

ANHA