YPJ’ê şehîd Nûjîn Kobanê bi bîr anî

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê nasnameya şehîd Nûjîn Kobanê (Mizgîn Ehmed) aşkera kir ku di berxwedana Kobanê ya 2014’an de şehîd bûye.

YPJ’ê şehîd Nûjîn Kobanê bi bîr anî
16 sibat, 2023   13:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê li ser mijarê ev daxuyanî da:

“Di berxwedana Kobanê de wijdana mirovahiyê ya birûmet, ji bo parastina nirxên civakê gihaşt asta lûtkeyê. Rihê yekitiya gelan li bajarê Kobanê bi beden bû. Kobanê li hemberî hovîtiya pergala modernîteya kapîtalîst a ku bi navê terorîzma DAIŞ’ê hatibû binavkirin, mînaka berxwedana dîrokî ya gelan e.

Kobanê serpêhatiya wan dilan e ku ji bo parastina rûmetê canê xwe feda kirine. Gelek qehremanên bênav li serê her kolaneke Kobanê şerekî bêeman da meşandin, her bihosteke vê avê bi xeyalên sibê rojên azad ve ji terorîzma DAIŞ’ê hate paqijkirin. Kobanê sînorên ku desthiladaran xêz kiribû, serobinî hev kir. Bi hezaran keç û xortên wêrek berê xwe dan bajarê Kobanê. Kobanê Kurdistan kire yek rih û yek parçe.

Di pêşengiya jinên Kurd de jî hemû gelên azadîxwaz hebûna xwe di Berxwedana Kobanê de dîtin, ev yek jî bi rihê hevrê yên wek Nûjîn de pêk hat. Hevrêya me Mizgîn Ehmed bi nasnav Nûjîn Kobanê yek ji wan jinên leheng bû ku cîhanê bi serê berxwedana wan sond xwar û bûn şopdarê berxwedana wan jinên leheng. Hevrêya me Nûjîn di sala 1998’an de li bajarê Kobanê ji dayik dibe. Dema ku di sala 2014’an de DAIŞ û hevalbêndên wan êrişa hovanê li ser bajarê Kobanê pêkanîn, hevrê ye me Nûjîn bi erka parastina xaka xwe radibe, çek û rextê xwe hilgirt û li hemberî wan çeteyên hov berxwedaneke efsûnî dide meşandin. Em wek YPJ bi têkoşîn û keda hevrêyen wekî Nûjîn gihaştin van rojan. Em careke din soza bilindkirina rihê berxwedana Kobanê ya ku ji gelan re bû hêvî, nû dikin. Em wek Yekîneyên Parastina Jin hevrêya xwe bi bîr tînin û ji malbata hevrêya xwe Nûjîn Kobanê û ji tevahî gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Wê têkoşîna me ya li hemberî DAIŞ’ê bi rihê berxwedana Kobanê heta bi serkeftinê tacîdar bibe, bidome. Bi bîr û baweriya ku berxwedana Kobanê di gelan de hêviya azadiyê vejand, em ê jî xwedî li mîrateya şehîdên xwe derkevin.

Nasnameya hevrêya me wiha ye:

Nasnav: Nûjîn Kobanê

Nav û Paşnav: Mizgîn Ehmed

Navê Bav: Osman

Navê Dayikê: Melîha

Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê, 2014”