Li Qahîreyê der barê erdhejê de paneleke zanistî tê lidarxistin

Navenda Farabî ya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Misirê li Qahîreyê ji bo balkişandina ser karesata erdhejê ya li Bakurê Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyeyê panelek zanistî li dar dixe.

Li Qahîreyê der barê erdhejê de paneleke zanistî tê lidarxistin
16 sibat, 2023   12:13
 NAVENDA NÛÇEYAN

Bi beşdariya gelek lêkolîner û pisporên ji Misir û Sûriyeyê, Navenda Farabî ya Lêkolîn, Şêwir û Perwerdeyê di 18`ê Sibatê de li Malbenda Çandî ya Misirê ya Ii Qahîreyê panelek zanistî li dar dixe.

Di panelê de dê derfetên serkeftina nêzîkbûna Şam-Enqereyê li gel bandorên karesata erdhejê, felaketa erdhejê û bandorên wê yên mirovî û demografîk li Sûriyeyê, bên nîqaşkirin.

Her wiha dê rewşa mirovî ya li Sûriyeyê, polîtîzekirina alîkariyên mirovî, mekanîzmaya pêşkêşkirina alîkariyan ji herêmên erdhejê re, rola Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, projeyên herêmî yên li Sûriyeyê û geşdanên piştî karesata erdhejê werin nîqaşkirin.

Dê ev kesayet bi rêya online beşdarî panelê bibin:

*Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd.

*Serokê Desteya Zanistî ya Bilind Dr. Elaaedîn Mansûr.

*Serokê Navenda Farabî Dr. Mîdhet Hemad.

*Sekreterê Desteya Zanistî ya Bilind Muxtar Ebaşî.

*Gerînendeyê SOHR`ê Ramî Ebdurehman.

*Balyoz, cîgirê wezîrê karên derve yê Misirê yê berê, serokê bernameya Siyaseta Derve û Têkiliyên Navneteweyî ya Navenda Farabî Dr. Yûsif Şerqawî.

*Lêkolînerê zanistên siyasî û dozên Rojhilata Navîn Dr. Elî Ehmed.

*Lêkolînera kar û barên Sûriyeyê ya Navenda El Ehram Rabiha Elam.

(cx)