Li Reqayê çalakiya greva birçîbûnê hat lidarxistin

Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê çalakiya greva birçîbûnê li dar xist.

Li Reqayê çalakiya greva birçîbûnê hat lidarxistin
15 sibat, 2023   15:12
REQA

Bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê çalakiya greva birçîbûnê li dar xist.

Konê çalakiyê li ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan hat venda. Şandeyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Sivîl a Reqayê, partiyên siyasî, şêx û rûspiyên eşîran, rêxistinên civaka sivîl, Meclisa Idlib El Xedra û zarokên şehîdan beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de endama Meclisa Idlib El Xedra Nahîd El Receb axivî û got: "Ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî gelên herêmê di hemû qadan de têkoşîneke dîrokî dimeşînin. Li hemberî vê yekê hêzên cîhanê  û pergalên destpotî, di serî de dewleta Tirk a dagirker bi hemû rê û rêbazên şer dixwazin vê têkoşînê têk bibin."

Hevseroka Meclisa Ehmed El Canim, Îman El Safî bi navê Melisa Giştî ya Reqayê axivî û got, armanca komployê lawazkirina têkoşîna azadiyê ya gelan û têkbirina projeya neteweya demokratîk e.

Îman El Safî bi domdarî got: "Bi girtina Rêbertî hewl dan şoreşa me têk bibin, lê bi bin ketin. Rêbertî ji kesên pêşîn bû ku banga azadiya jinan kir û dirûşma Jin, Jiyan Azadî kir bingehê têkoşîna xwe. Li ser vê yekê divê hemû jina li hemberî vê komployê bisekinin."

Çalakiya greva birçîbûnê bi meşeke meşalayî ya li dijî komployê bi dawî bû.

(bb)

ANHA