​​​​​​​ʹKilîta çareseriyê deriyê Îmraliyê ye’

Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê bi wesîleya 24’emîn salvegera komploya 15’ê Sibatê semînerek da. Di semînerê de hate gotin: "Kilîta çareseriyê deriyê îmraliyê ye."

​​​​​​​ʹKilîta çareseriyê deriyê Îmraliyê ye’
15 sibat, 2023   15:49
QAMIŞLO

Bi wesîleya salvegera 24ʹan a Komploya Navneteweyî ya 15ʹê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, Yekitiya Rewşebîrên Herêma Cizîrê semînerek li baxçeyê Xwendinê da.

Semîner ji aliyê Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Rûken Ehmed ve hat dayîn.

Rûken Ehmed komploya 15ʹê Sibatê şermezar kir û got: "Hêzên desthilatdar xwestin bi girtina Rêber Abdullah re hemû rojan li gelê Kurd reş bikin.Lê belê Rêber Apo di nava çar dîwaran de bi fikir, raman û felsefeya xwe ya azad de tevahî Rojhilata Navîn ronî kir.ʹ

Rûken Ehmed, qala kesayeta û malbata Rêber Ocalan, cihê li lê mezin bû, nakokiyên ku di temenê zarokatî de jiya kir û got: ʹʹDema mirov di fikir û raman de azad be, tu caran dudil nabe. Ji ber ku kesayeta Rêber Apo di fikir û ramanê de xwe azad e, ji bo wê em dibêjin; Rêber Apo di fikir de azad e.  Rêbertî ji bo azadiya jin perspektif derxist ku jin çawa dikare xwe azad bike. Derketina Rêbertî li hember nêzîkatiyên ku bi çavê biçûk li Rojhilata Navîn mêz dikin derket, ji wan re got: “Baş bizanibin Rojhilata Navîn dergûşa mirovatiyê ye. Rêbertî ji bo tolhiladana şehadeta heval Hakî Karer, partî ava kir. Ji bo wê Rêber Apo dibêje me bîr bi derziyê koland. Ji bo wê jî dibêje hêvî ji serkeftinê bi nirxtir e.  ʹʹ

Rûken Ehmed îşaret bi pêvajoyên komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan kir û wiha pê de çû: "

Li ser plana komploya navneteweyî ya sala 1998ʹan Rêbertî dibêje: “Du rê pêşiya min hebûn, yek an ez ê biçûma Ewropa ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdan, an jî ez ê biçim çiyayên azadʹʹ. Lê belê Rêbertî çima naçe, dibêje ger ez biçim çiya ji ber hêzên komploger li ser kar bûn, wê demê bi çûna min ya çiyayên azad wê bi sed hezaran keç û xortên Kurd bi destê hêzên desthilatdar şehîd biban.”

Rûken Ehmed balkişand li ser çalakiyên fedaî yên bûne xelekên ji agir li derdora Rêbertî û wiha pêde çû: “Piştî dîlgirtina Rêber Apo û heta roja îro bi sedan kesan bi dirûşma  ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bedena xwe dan ber agir. Azadiya Rêber Apo ji bo me û tevahî gelan gelek girîng e.”

Di dawî de Rûken Ehmed got: “Divê em bizanibin kilîta çareseriyê deriyê Îmraliye, ger îro gelê me yê Ereb dibêje; ‘ Bê Serok Jiyan nabe’, ev ji xwe ber nîne.”

(dg)

ANHA