​​​​​​​Bi meşeke meşaleyan komploya 15ʹê Sibatê şermezar kir

Li Reqayê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi meşeke meşaleyî hat şermezarkirin.

​​​​​​​Bi meşeke meşaleyan komploya 15ʹê Sibatê şermezar kir
15 sibat, 2023   17:12
REQA

Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê û Tevgera Ciwanên Şoreşer a Sûriyeyê bi meşeke meşaleyan Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şeremzar kir.

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê, endamên saziyên sivîl û Kombûna Jinan a Zenûbiyayê beşdarî maşê bûn ku ji pêşiya avahiya Tevgera Ciwanên Şoreşger dest pê kir.

Meş li çerxerêya Saetê veguherî mîtîngê. Li vir endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Samir El Selûm daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de komploya navneteweyî hat şermezarkirin û hate gotin: "Beriya ku komplo destpêk bike hayê Rêbertî jê hebûn. Rêbertî xwedî li doza gelên Rojhilata Navîn û nirxên mirovahiyê derket û li hemberî siyasetên kapîtalîzmê sekinî."

Di daxuyaniyê de heta diyarkirin ku berxwedan wê dewam bike heta ku azadiya fîzîkê ya Rêber Ocalan were mîsogerkirin.

(bb)

ANHA