​​​​​​​Li herêma Firatê bi hezaran kesî komploya 15`ê Sibatê şermezar kir

Bi dirûşmeya “Bi têkoşîna gelan em ê pergala Îmraliyê hilweşînin” bi hezara şêniyên herêma Firatê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan şermezar kir û destnîşan kirin ku ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêbertî têkoşînê bidomînin.

​​​​​​​Li herêma Firatê bi hezaran kesî komploya 15`ê Sibatê şermezar kir
​​​​​​​Li herêma Firatê bi hezaran kesî komploya 15`ê Sibatê şermezar kir
​​​​​​​Li herêma Firatê bi hezaran kesî komploya 15`ê Sibatê şermezar kir
​​​​​​​Li herêma Firatê bi hezaran kesî komploya 15`ê Sibatê şermezar kir
​​​​​​​Li herêma Firatê bi hezaran kesî komploya 15`ê Sibatê şermezar kir
​​​​​​​Li herêma Firatê bi hezaran kesî komploya 15`ê Sibatê şermezar kir
​​​​​​​Li herêma Firatê bi hezaran kesî komploya 15`ê Sibatê şermezar kir
​​​​​​​Li herêma Firatê bi hezaran kesî komploya 15`ê Sibatê şermezar kir
​​​​​​​Li herêma Firatê bi hezaran kesî komploya 15`ê Sibatê şermezar kir
15 sibat, 2023   13:02
KOBANÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan ku 3 rojan mesafeya 20 km meşiyabûn, ji navçeya Şêran hatin û tev li meşa navendî ya li bajarê Kobanê bûn.

Li Kobanê meşê ji Qada Jina Azad dest pê kir.

Bi hezaran şêniyên herêma Firatê û endamên saziyên Rêveberiya Xweser û kesayetên ji partiyên siyasî yên li herêmê beşdarî meşê bûn.

Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin bilindkirin, bênavber dirûşmeyên şermezarkirina Komploya Navneteweyî hatin berzkirin.

Li Kolana 48`an, meş veguherî mitîngê. Li wir, endama Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Arîn Kobanê wiha axivî: “15`ê Sibatê roja qiyametê ji bo Rêber Ocalan e.”

Arîn anî ziman ku ew xwediyên dozek rewa ye, ji lew re tecrîdek giran li ser Rêber Ocalan tê ferzkirin û wiha dom kir: “Dem dema hilweşandina dîwarên Îmraliyê ye. Ew hewl didin bi tecrîda li ser Rêbertî îradeya me bişikînin. Em ê jî bi têkoşîna xwe planên wan têk bibin û azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk bînin.”

Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El Ebid jî bang li tevahî cîhanê kir ku bikevin tevgerê û azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan pêk bînin.

El Ebid bang li hemû pêkhateyên herêmê jî kir ku zextê li hêzên cîhanî bikin da ku tecrîda li ser Rêber Ocalan bê rakirin.

(cx)

ANHA