​​​​​​​Li Cindirêsê gelek kes di bin kavilan de ne çete jî diziyê dikin

Hat ragihandin ku li navçeya Cindirêsê ya Efrînê bi sedan kes hîn di bin kavilên avahiyên ku di erdhejê de hilweşiyan de ne; yên hatine rizgarkirin jî ji alîkariyan bêpar hatine hiştin. Li aliyê din komên çete ku herêmê di bin dagirkeriya xwe de digirin, tenê alîkariya malbatên xwe dikin.

​​​​​​​Li Cindirêsê gelek kes di bin kavilan de ne çete jî diziyê dikin
15 sibat, 2023   13:53
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Berbanga 6`ê Sibatê bi pileya 7.7 û 7.6 li Bakurê Kurdistanê-Tirkiyeyê, bakur û rojavayê Sûriyeyê erdhej çêbûn. Ji ber erdhejê heta niha 35 hezar kesî jiyana xwe ji dest daye û gelek dever wêran bûne.

Li herêmên bakur rojavayê Sûriyeyê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, 2 hezar û 274 kesan jiyana xwe ji dest da, 12 hezar û 400 kes jî birîndar bûn. Lê bi taybet li navçeya Cindirêsê ya Efrînê û Soran a gundewarê Helebê hîna bi sedan kes di bin enqazan de ne. Ji lew re dibe ku bîlanço girantir bibe.

Li Cindirêsê, ji ber xemsariya dewleta Tirk a dagirker li hember mexdûrên erdhejê ji aliyekî ve û şer di navbera çeteyan de yê li ser parvekirina milkên welatiyan û alîkariyên ku dizîne ji aliyekî din ve, karesatek mirovî heye.

Li navçeyê, zêdetirî 257 avahî hilweşiyane, zêdetirî 675 kesan jiyana xwe ji dest daye.

“Tîmên Rizgariyê yên Dîfa Medenî (Parastina Sivîl)” piştî du rojan gihîştin bi hawara xelkê ve hatin û xebatên lêgerînê bi derengî dimeşînin. Li gorî çavkaniyên ji navçeyê, di vê rewşa karesatê de, çeteyên dewleta Tirk a dagirker milkên welatiyan didizin, kesên beşdarî xebatên lêgerîn-rizgarkirinê jî dibin, dibin hedefa çeteyan.

Beriya 3 rojan, çeteyên “Heyet Tehrîr Şam” li kolana 16`an a navçeyê du ciwan qetil kirin.

Ruxmî ku alîkariyên mirovî yên navneteweyî û yên şêniyên herêmên Rêveberiya Xweser şandine herêmên erdhejan jî, mexdûrên erdhejê yên li Cindirêsê tiştek ji wan alîkariyan nedît. Alîkarî tenê li malbatên çeteyan û malbatên biyanî tên belavkirin.

Heta kêliya amadekirina vê raporê, 22 kamyonên alîkariyan ên navneteweyî, zêdetirî 20 kamyonên alîkariyan ên rêxistinên mirovî, 125 kamyonên ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şandine, gihîştine herêmên bakur rojavayê Sûriyeyê yên dagirkirî.

Di dîmenên li Cindirêsê hatine kişandin de, diyar dibe ku çete êrişî erebeyên alîkariyan dikin û dest datînin ser û tiştekî nadin mexdûran.

(cx)

ANHA