Bertekên şêniyên Qamişloyê yên li dijî Komploya Navneteweyî

Şêniyên Qamişloyê bertekên xwe yên li hember Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan anîn ziman û komplo şermezar kir û bang li CPT`yê kir ku bi berpirsyariya xwe rabe.

Bertekên şêniyên Qamişloyê yên li dijî Komploya Navneteweyî
Bertekên şêniyên Qamişloyê yên li dijî Komploya Navneteweyî
Bertekên şêniyên Qamişloyê yên li dijî Komploya Navneteweyî
Bertekên şêniyên Qamişloyê yên li dijî Komploya Navneteweyî
Bertekên şêniyên Qamişloyê yên li dijî Komploya Navneteweyî
15 sibat, 2023   12:35
QAMIŞLO

Şêniyên ku li kantona Qamişloyê tev li meşa şermezarkirina Komploya Navneteweyî bûne, bertekên xwe yên li dijî komployê ji ANHA’yê re anîn ziman.

Sîham Silêman bi tundî komplo şermezar kir û got: “îro wekî her kesî ez jî ji bo helwesta xwe diyar bikim, derketim qadan, ji bo ku dengê xwe bigihînim Îmraliyê. Ez silav û hezkirina xwe ji Rêberê xwe re dişînim, tecrîda li ser Rêber Apo şermezar dikim. Bi taybet jî ji CPT`yê re dibêjim bila bi erka xwe rabe.”

Fadya Silêman jî ji hêrsa xwe wiha anî ziman: “Wekî ku hûn dibînin ji bo Kurdan ev roj rojeke reş e. Lê em ê bikin roja berxwedan û hêviyê. Em vê komployê tu carî qebûl nakin, heta dawiyê em ê bi Rêberê xwe re bin.”

Şêrîn Hisên jî anî ziman ku ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin, çi dibe bila bibe ew wek dayik dê li pey doza xwe bin.

Delîl Bekîr jî der barê Komploya Navneteweyî de hêrsa anî ser ziman û got: “Heta Rêberê me bi fizîkî rizgar nebe em dev ji doza xwe bernadin. Me di 24 salan de komplo têk bir û berxwedana xwe domand û heta em Rêberê xwe bi fizîkî azad bikin, em ê têkoşîna xwe dibomînin.”

Her wiha Behîye Emîn jî got: “Em deyndarê Rêber Apo ne. Êdî bes e, çi dibe bila bibe em wek dayikên Kurd li qadan bin. Heta Rêber Apo di nava xwe de bibînin, em ê berxwedana xwe bidomînin.”

(he)