​​​​​​​Foruma Sûriyeyê ya der barê Komploya Navneteweyî bi encamnameyekê bi dawî bû

Foruma Sûriyeyê ya der barê Komploya Navneteweyî de bi encamnameyekê ji bo misogerkirina azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû. Jê ya herî girîng, doza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, doza herî girîng a sûriyan û azadîxwazan e ku bi edaletbûna doza kurd û pêwîstiya bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bawer in.

​​​​​​​Foruma Sûriyeyê ya der barê Komploya Navneteweyî bi encamnameyekê bi dawî bû
14 sibat, 2023   17:46
HESEKÊ

Foruma Sûriyeyê ya der barê Komploya Navneteweyî de bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Sîhanok Dîbo

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hemwextî salvegera 24`an a Komploya Navneteweyî, êrişên qirkirina komî berdewam in û li hember wê jî berxwedaneke bêhempa berdewam e.

Her wiha beşdarên forumê diyar kirin ku ev pêvajo taybet e ji ber ku rastiya netewdewletê ya navendî eşkere bû ku encamên trajedîk anîn serê mirovahî, xweza û jîngehê. Beşdaran anî ziman ku AKP û MHP`ê yên faşîst bi destpêkirina salvegera 25`an a Komploya Navneteweyî re êrişên xwe li dijî gelan zêde kirin bi taybet li Sûriyê ku herêmên din dagir bikin, fişar û zulmê li Rêber Abdullah Ocalan û gelên herêmê zêde kir ji bo ku projeyên xwe yên wêranker li pêk bînin.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku beşdaran li ser xalên li jêr lihev kirin:

1-Doza azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan, dozeke girîng a sûriyan û azadîxwazan e ku bi edaletbûna doza kurd bawer in. heta dozên li Rojhilata Navîn di serî de doza Kurd çareser nebin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk neyê, aştiya adil û giştî, ewlehî û îstiqrar li Rojhilata Navîn pêk nayê.

2-Divê civata navneteweyî, NY û Komeleya Giştî gavên berbiçav û acil bavêjin, ji bo ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelên herêmê rawestînin û mudaxeleyên wê bi dawî bikin ku li dijî qanûnên navneteweyî, biryarên NY û lihevkirina 4`an a Cinevê û mîsaqê bingehîn ê Romayê.

3-Projeya osmanîkirina herêmê û vejandina Mîsaqê Millî ya Tirkiyê derqanûnî ye. Armanc dike, rewabûnê bide dagirkirina herêmên Iraq û Sûriyê, Kurdistanê ku di çarçoveya siyaseta qirkirina çandî û guhertina demografiyê de ji damezirandinê û heta niha ppêk tîne.

4-Bilez xebat werin meşandin ji bo ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bibe û azadiya fîzîkî ya wî ya fîzîkî mîna di rêgezên mafên mirovan de hatiye gotin pêk were.

5-Sûd ji derfetên heyî were girtin ji bo ku mîrasa fikrî ya Rêber Abdullah Ocalan li ser asteke fireh were çapkirin. Ji zimanên din re were wergerandin. “Weqfa mîrasa Ocalan” ji bo şopandina çapkirina pirtûkên wî, analîzên der barê de ji aliyê ronakbîr û fîlozofên serdemê de derdikevin were avakirin. Panel û komxebatên fikrî li ser asta cîhanî ji bo nîqaşkirina vê mîrasê werin lidarxistin.

6-Bi armanca nasnadina fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û lidarxistin panelan, mekanîzmeyeke xwegihandinê bi hêzên demokratîk li herêmê û cîhanê re were orgenîzekirin.

7-Belavkirin û wergerandina film, hevdîtin, dîmen û semînerên Rêber Abdullah Ocalan.

Di dawiya panelê de, beşdaran destnîşan kir ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê li gorî biryara 2254 tu rê li pêşiya gelên herêmê bi taybet pêkhateyên Sûriyê ji bilî hevgirtinê tune ye ji bo ku sala 25`an a têkoşîna li dijî komployê bibe sala binxistina wê, sala binketina AKP û MHP`ê yên faşîst ku hewl didin komplo berdewam bibe. Bibe sala şikandina pergala tecrîdê û îşkenceya li Îmraliyê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.

Her wiha beşdaran bang li pêkhateyên herêmê û hêzên demokrat û nîştimanî kir ku rastiya sala 25`an a Komploya Navneteweyî fêm bikin û li gorî wê tê bikoşin heta serkeftinê û hêviyên gelên herêmê pêk bînin.

(şx)

ANHA