Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Helebê Komploya Navneteweyî şermezar kir

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Helebê bi lidarxistina çalakiyên cihereng Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û banga bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî kir.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Helebê Komploya Navneteweyî şermezar kir
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Helebê Komploya Navneteweyî şermezar kir
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Helebê Komploya Navneteweyî şermezar kir
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Helebê Komploya Navneteweyî şermezar kir
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Helebê Komploya Navneteweyî şermezar kir
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Helebê Komploya Navneteweyî şermezar kir
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Helebê Komploya Navneteweyî şermezar kir
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Helebê Komploya Navneteweyî şermezar kir
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Helebê Komploya Navneteweyî şermezar kir
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Helebê Komploya Navneteweyî şermezar kir
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Helebê Komploya Navneteweyî şermezar kir
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Helebê Komploya Navneteweyî şermezar kir
14 sibat, 2023   16:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li rojhilat û rojavayê Dêrazorê, Kampa Serêkaniyê, Reqa, Helebê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan çalakiyên cihereng hatin lidarxistin.

ROJHILATÊ DÊRAZORÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ZFpVBHFxXVw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Şêniyên rojhilatê Dêrazorê li pêşiya avahiya Meclisa Herêma Rojhilat a bajarokê Hecînê kom bûn. Şêniyan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hildan û ber bi Nexweşxaneya Watanî ve meşiyan. Her wiha “Bê Serok jiyan nabe”, “Hilweşe Erdoganê zordest”, “Hilweşe dagirkeriya Tir” û “Bi binkeve Komploya Navneteweyî” berz kirin.

Li pêşiya nexweşxaneyê, hevserokê Meclisa Herêma Rojhilat Selah El Seman daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de Komploya Navneteweyî hate şermezarkirin û bang li hêzên navneteweyî, NY û rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku tecrîdê bi dawî bikin û nehêlin hikumeta Tirkiyê û alîgirên wê, ku mafên Rêber Abdullah Ocalan bin pê bikin.

ROJAVAYÊ DÊRAZORÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_pW_1N0pPfM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Di heman çarçoveyê de, bi sedan şêniyên bajarokê El Sewa yê rojavayê Dêrazorê, endamên saziyên sivîl ji naverasta bajarokê kom bûn û ber bi Çerxerêya Şaredariyê ve meşiya. “Azadiya Rêber Abdullah Ocalan daxwaza me ye”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bi binkeve Komploya Navneteweyî” berz kirin.

Li çerxerêyê, endama Kombûna Jinan a Zenûbya Eyşe El Ehmed daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin Komploya Navneteweyî, dstpêka pêvajoyeke din û şerê cîhanê ya sêyemîn bû.

Her wiha bang li hemû hêz, kesayetên demokrat û saziyên hiqûqî yên cîhanê hate kirin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin.

Hêjeyî bibîrixistinê ye ku heman xwepêşandan li herêma kargehan a rojavayê Dêrazorê, Ebû Xeşeb hatin lidarxistin.

KAMPA SERÊKANIYÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/cGNymnF0e5Y" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Bi dehan koçberên Serêkaniyê yên li Kampa Serêkaniyê ya rojhilatê Hesekê dimînin li dijî komployê ji pêşiya Meclisa Kampêh heta dawiya kampê meşiyan. Beşdaran wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hildan.

Di çalakiyê de endama Rêveberiya Kongra Star a Kampa Serêkaniyê Gulistan Haco axivî û got: “Armanca Komploya Navneteweyî, têkbirina yekitiya gelên azadîxwaz e.”

Her wiha Gulistan destnîşan kir ku heta rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan berxwedan û têkoşîna wan berdewam e.”

MECLISA EDALETA CIVAKÎ YA DÊRAZORÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vL8c6bCvx4U" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Di heman çarçoveyê de, endamên Meclisa Edaleta Civakî li pêşiya avahiya meclisê kom bûn û daxuyaniyek da.

Dadger Fayiz Bêk daxuyanî xwend û Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Her wiha bang li rêxistinên hiqûqî kir ku berpirsyariyên xwe bînin cih û tecrîda li ser bi dawî bikin.

ÇALAKIYA KONVEDANÊ YA YEKITIYA JINÊN CIWAN A REQAYÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jvd1Nu1-n0E" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê îro çalakiya kovendanê li Reqayê li dar xist.

Endamên saziyên civaka sivîl, saziyên sivîl, leşkerî û endamên meclisên gel û komînan ên Reqayê tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de hevserokê Yekitiya Parêzeran a Reqayê Xalid El Hesen daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên hiqûqî û yên mirovî û gelên azadîxwaz hat kirin ku li hember rejîma Tirk bi gelên herêmê re hevgirtî bin û fişarê lê bikin ku tecrîdê bi dawî bikin ji bo ku çarenûsa Rêber Abdullah Ocalan nas bikin.

Her wiha bang li gelên herêmê û rêxistinên civakî hat kirin ku fişarê bikin û li nêrîneke qanûnî bigerin da ku civakên azadîxwaz muxeteb bigirin ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin.

Piştî wê, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê endama Nivsîgeha Jinan a Meclisê Cehîde Mistefa axivî û got: “Em dengê xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bilind dikin. Hemû dizanin ku Rêber Abdullah Ocalan bi awayekî nerewa dîl hate girtin.”

ÇALAKIYEKE PROTESTOYÎ YA AKADEMIYA CIVAKA DEMOKRATÎK

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wX-tzlTZ4wE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Girêdayî heman mijarê Nivîsgeha Perwerdeyê ya Akademiya Civaka Demokratîk bi dirûşma “Azadiya te azadiya me ye” çalakiyeke protestoyî li Çerxerêya El Neîm a Reqayê li dar xist.

Xwepêşandêran, pankertên “Bê Serok jiyan nabe”, “Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya gelan e”,  “Bijî berxwedana girtîgehan” û “Gel banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocala dikin” hildan.

Di çalakiyê de beşdaran tev li hemleya komkirina îmzeyan bûn ku li Reqa û gundewarê wê hatiye destpêkirin. Di çalakiyê de 496 îmze hatin komkirin.

Di dawiya çalakiyê de, endama Nivîsgeha Perwerdeyê ya Akademiya Civaka Demokratîk Yeman Mihemed daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku astengî, zehmetî û karesatên li herêmê rû didin di encama pergalên desthilatdar de ye.

Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî hat kirin ku fişarê li dewleta Tirk bikin da ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.

HELEB

Li Heleb jî, Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye û Însiyatîfa Ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê dauxyaniyeke hevbeş bi dirûşma “Êdî bes e tecrîd, înkarkirin û xiyanet” da.

Berdevka însiyatîfê Amne Xedro û hevserokê Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye Welat Mamo li herêma Şiqeyif a bakurê taxa Şêxmeqsûdê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de Komploya Navneteweyî û helwesta CPT`ê ya li hember Rêber Abdullah Ocalan hatin şermezarkirin.

Her wiha hat destnîşankirin ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan berdewam dê berdewam bike.

(şx)

ANHA