Kilîpa Ocalan wisa got li Reqayê hate pêşandan

Bi rasthatina salvegera 24`an a Komploya Navneteweyî Komîteya Çand û Hunerê ya Reqayê bi hevkariya Studyo Şehîd Welat kilîpek bi navnîşan “Hekeze qala Ocalan” (Ocalan wisa got) pêşan da.

Kilîpa Ocalan wisa got li Reqayê hate pêşandan
14 sibat, 2023   18:23
REQA

Şandeyeke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Sivîl a Reqayê, partiyan, Kombûna Jinan a Zenûbya, malbatên şehîdan û Komîteya Çand û Hunerê ya Reqa û Tebqayê tev li çalakiyê bûn.

Beriya pêşandana kilîpê, bi navê Meclisa Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê şêx Remadan El Rehal axivî û sersaxî da malbatên şehîdan û got: “Ji vir ji bajarê aştiyê Reqayê, em Rêber Abdullah Ocalan silav dikin.”

El Rehal wiha domand: “Bi saya fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan tariya li vî bajarî serwer bû, kişiya. Fikrê wî li seranserî herêmê belav bû. Li ser wî fikrî, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ava bû ku soz dan herêmê biparêzin.”

El Rehal bang li CPT`ê kir ku rewşa Rêber Abdullah Ocalan eşkere bike, her wiha bang li aliyên navneteweyî û rêxistinên hiqûqî kir ku fişarê li Tirkiyê bikin ji bo ku Rêber Abdullah Ocalan azad bikin.

Piştre kilîpa ji aliyê Koma Mezopotamya ya Çand û Hunerê hatiye amadekirin bi zimanê kurd û dûre bi zimanê erebî hate pêşandan. Derhêner Şêro Hindî derhêneriya kilîpê kiriye ku gotinên wê yên helbestvan Ehmed El Elî ye.

(şx)

ANHA