​​​​​​​HPG: Artêşa Tirk a dagirker bi teknîka giran êrişan didomîne

HPGʹê ragihand ku li hemberî Gerîlayên Azadiyê, ku di pozîsyona parastinê de ne, artêşa Tirk a dagirker bi teknîka giran êrişan dewam dike.

​​​​​​​HPG: Artêşa Tirk a dagirker bi teknîka giran êrişan didomîne
14 sibat, 2023   11:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "Li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, ku di pozîsyona parastinê de ye, artêşa Tirk a dagirker bi teknîka giran êrîşan dewam dike. Li gel êrişan jî hêzên me pozîsyona xwe ya heyî diparêzin û li ser bingeha parastina rewa bersivê didin.

Agahiyên berfireh ên li ser êrişên artêşa Tirk a dagirker wiha ne:

Li herêma Zapê;

13'ê Sibatê saet di 11:00 de li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê, çeperên berxwedanê yên gerîla yên li qada Çemçoyê bi çekên giran ji aliyê dagirkeran ve hatin bombekirin. Hêzên me jî ji bo xwe biparêzin bi çekên giran bersiv dan. Li vir dagirkerek hate cezakirin û dagirkerek birîndar bû.

13'ê Sibatê saet di 19:50'î de li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê, li qada Çemçoyê dagirkeran bi çekên giran bombe li çeperên berxwedanê yên gerîla barandin. Hêzên me ji bo xwe biparêzin bi sûîqestê bersiv dan dagirkeran. Li vir dagirkerek hate cezakirin.

13'ê Sibatê saet di 13:00 de li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê, çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî gundê Sîdayê bi çekên giran hatin bombekirin. Hêzên me ji bo xwe biparêzin bi çekên giran bersiv dan.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî;

13'ê Sibatê çeperên me yên berxwedanê yên li nêzî gundê Sîda yê nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê carekê bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker;

13'ê Sibatê li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê, çeperên me yên berxwedanê yên li dora qada Çemçoyê 4 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

13'ê Sibatê çeperên me yên berxwedanê yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, Qada Çemço ya li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê 38 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."