Kongra Star siyasetên hikumeta Şamê û dewleta Tirk şermezar kirin

Kongra Star xemsariya hikumeta Şamê û sûcên dewleta Tirk a dagirker ku nahêlin alîkariyên mirovî bigihînin herêmên ji ber erdheja li Bakurê Kurdistanê, Tirkiyeyê û Sûriyeyê wêran bûne, şermezar kirin.

Kongra Star siyasetên hikumeta Şamê û dewleta Tirk şermezar kirin
14 sibat, 2023   11:24
ŞEHBA

Bi dehan endam û rêveberiyên meclisa Kongra Star û nûnerên saziyên meclisa kantonên Efrîn û Şehbayê li qada Kampa Serdem a li gundê Til Sosîn ê Şehbayê kom bûn û daxuyaniyek li ser siyasetên dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê da.

Beşdaran pankartên "Şam nahêle alîkariya gelê li Şêxmeqsûd û Şehbayê bê kirin", "Na ji polîtîzekirina karên mirovî re" û û alên Kongra Star hildan.

Her du endamên rêveber ên Meclisa Kongra Star a Efrîn û Şehbayê Rîhan Elo û Necah Hisên bi zimanên kurdî û erebî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de behsa siyasetên wêrankirina xwezayê hate kirin, her wiha îşaret bi erdheja wêranker a li Bakurê Kurdistanê, Tirkiyeyê, Sûriyeyê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Hin malbat bi tevahî mirin û bi hezaran jî hîna di bin kavilan de ne û hin jî di bin kavilan de zindî ne û hawara rizgariyê dikin. Lê ji ber siyaseta dagirkerî û dorpêça li dijî herêmên ji hêla her du rejîmên Tirkiyeyê û Sûriyeyê ve ku nahêle tîmên rizgarî û alîkariyên mirovî derbasî herêmên wêranbûyî bin, kes bi hawara wan de naçe.

Ji wê zêdetir, ew alî şertan ferz dikin û li pêş xebata mirovî dibin asteng û alîkariyan didizin. Ruxmî karesatê lê hîna dewleta Tirk a faşîst di topbarana li dijî herêmê de dewam dike, herî dawî jî li Kobanê erebeyek hedef girt û şehîd çêbûn. Hemwextî wê jî bi çekên kîmyewî li pêş çavê civata navneteweyî û rêxistinên îdiaya mirovahiyê dikin çiyayên azad bombebaran dikin. Ew yek li eniya wan şermek e.

Ruxmî hemû hewlên Rêveberiya Xweser ku alîkariyên mirovî derbasî herêmên wêranbûyî bike, da ku qurbanî bên derxistin û kesên hîna di bin kavilan de zindî ne derxin, lê ew yek hatin redkirin. Ew helwest metirsiya hikumetên Enqere û Şamê ji vîna gelan, hevgirtina wan û yekitiya wan li hember siyaseta dagirkerî, qirkirin, dorpêç û cudakirinê ye."

(fr)

ANHA