Platforma Ekolojiyê ya Jinan dest bi hemleya ekolojîk kir

Platforma Ekolojiyê ya Jinan a Rojava bi dirûşma "Li dijî çekên kîmyewî yên welatê me dikin çolistan û cihê erdhejê em ê daristanan ava bikin" hemleyek da destpêkirin. Hemle dê ji 15′ê Sibatê heta 4′ê Nîsanê bidome.

Platforma Ekolojiyê ya Jinan dest bi hemleya ekolojîk kir
14 sibat, 2023   11:20
QAMIŞLO

Platforma Ekolojiyê ya Jinan a Rojava li pêş Parka Şehîdan a li taxa Qenat Siwês a Qamişloyê daxuyaniyek da. Endama Komîteya Jîngehê ya Kongra Star Rîhan Temo bi zimanê kurdî û endama Komîteya Aborî ya Kongra Star Gulê Murad bi zimanê erebî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Bi dirûşma ‘Li dijî çekên kîmyewî yên welatê me dikin çolistan û cihê erdhejê em ê daristanan ava bikin’ em ê dest bi hemleya xwe ya ekolojîk di 15′ê Sibatê (roja dîlgirtina Rêber Ocalan) heta 4′ê Nîsanê (roja jidayikbûna Rêber Ocalan) bikin. Ev hemle bersivdana hemû kiryarên dagirkerî û tundiya li dijî hebûna xweza, jin, zarok û gelan e.

Armanca me parastina jîngeha me û nûkirina wê bi rêbazeke aştiyane, her wiha bilindkirina têkoşîna jîngehê bi têkoşîna 8′ê Adarê re ye. Em hewl didin şoreşa ekolojiyê li dijî sûcên dagirkiriyê yên derhiqûqî yên li herêmên me, mîna guhartina demografîk, birîna daran û şerê avê bi rêya ziwakirina çeman bi ser bixin.

Li kêleka wê jî armanca me şikandina pergala Îmraliyê ye ku dûrî pîvanên xweza û ji bo tenduristiyê ne guncaw e, bi taybet di nava avahewayekê de ku li dijî azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan e. Ew, yek ji rêbazên darvekirina demdirêj ligel îşkence û binpêkirina mafên mirovan ku ji 24 salan ve dewam dike.

Rêber Ocalan xwest hemû zindî di hevsengiyeke demokratîk de li vê erdê bijîn. Ji lew re ew îroj li beramber cezayan e. Li ser vê bingehê em fikir û felsefeya Rêber Ocalan di belavkirian îdeolojiya jîngehê de û ji bo pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî bingeh digirin.

Îro li çiyayên Kurdistanê ji 40 salî ve şer dewam dike. Tu ceza li ser teqandina hemû bombe û wêrankirina daristanan tune ye. Ji salan ve dewleta Tirk ne tenê li dijî gelê Kurd, lê belê li dijî hemû erdnîgarî û xwezaya Kurdistanê şer dike. Çekên kîmyewî li dijî çiyayên Kurdistanê bi kar tîne.

Taknîkên ji bo berjewendiyên keysbaziyê tên bikaranîn, îro ji amûrên herî zêde ku gefan li jiyanê dixwin. Ew yek bi armanca geşkirina desthilatê tên bikaranîn. Ji ber Dr.Şebnem Korur Fincancî ev kiryar qebûl nekirin û helwesteke jîngehê li dijî çekên kîmyewî nîşan da cezayê girtinê li dijî wî hate birîn.

Li dijî hemû siyaset, kiryarên bazirganî û tekonolojiyê yên li dijî hebûna gelan, em vê yekê red dikin û qebûl nakin, bi taybet rewşên mîna karesatên xwezayî ku dibin sedema zêdegaviyên li dijî xwezayê.

Bi fikir û yekkirina keda jinê ya ji bo avakirina çanda jîngehê di civakê de ev rêzeçalakiyên me li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne:

‎1- ‎Ji bo gihaştina hişmendiya demokratîk û ekolojîk di nava civakê de, wê rêze‎semîner û perwerde li komîn, gund ,navçe û saziyan werin dayîn û li gorî ‎pêwîstiyan mijar werin diyarkirin. Her wiha li tevahiya şaredariyên gel dê ‎semîner li ser jîngeh û ekolojiyê werin dayîn.‎

‎2-‎‎ Di çarçoveya pêkanîn û belavkirina felsefe û fikrê Rêber Apo li her derê de, wê ‎di nava hin dibistanan de semînerên der barê ekolojî de werin dayîn.‎

‎3-‎ Ji milê tevgera jinên ciwan de wê xwendina pirtûka Rêber Apo, dayîna ‎semîner û erdkirina belgefiliman ji jinên ciwan re werin meşandin.‎

‎4-‎ Wek berdwama çandina darê fêkî bi gel re wê li Amûdê bexçeyê darê fêkî ‎were avakirin.‎

‎5-‎ Li cihê ku jinên têkoşer ji hêla dewleta Tirk ve hatine hedefgirtin, wê ‎darên tûyan werin çandin.‎

‎6-‎ Bi tensîqa di navbera ( desteya şaredariyan ,k. perwerdê û zanîngeha ‎Rojava) de wê 3hezar dar werin çandin.‎

‎7-‎ Ji milê komîteya aborî ya Kongra Star ve, projeya darê fêkî bi 3 hezar û 800 dar wê ‎were çandin.‎

‎8-‎ Li çend deriyên sînor ji milê TEV-DEM′ê ve wê hijmarek dar werin çandin.‎

‎9-‎ Li gundê Jinwar jî dê dar werin çandin.‎

‎10-‎ Li navenda dermansaziya jinan jî dê dar werin çandin.‎

‎11-‎ Di bin kampanya ‘Her mirovek darek’ de, dê li du navçeyan nêzî 600 dar bi ‎tensîqa di navbera komîteya ekolojî ya Kongra Star û şaredariyên wan ‎navceyan de werin çandin

‎12- ‎Wê nameyek ji bo Dr. Şebnem Korur Fincancî ji milê platforma ‎jinan ve ji ber destekdayîna wê der barê destpêkirina lêpirsînê ‎têkildarî bikaranîna çekîn kîmiyasal li Kurdistanê de were şandin.‎

‎13- ‎Foruma jinan bi pêşengiya desteya şaredarî ê jîngehê dê bê lidarxistin.‎

‎14- ‎Destpêkirina kampanyaya paqijiyê bi taybet bi zarokan re.‎

‎15- ‎Destpêkirina kampanyaya ji hev veqetandina gemarê li 2 komînên kantonên ‎Qamişlo û Hesekê.‎

(fr)

ANHA