Xeleka ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ a Rojava

Dema dagirkeran li Îmraliyê bi şanoyekê cezayê darvekirinê didan Rêber Abdullah Ocalan, wî heman rojê bedena xwe gir glokek ji agir û bersiv dida. Dayîka wî ya Ereb bi tîlîlî û dirûşmeyan pêşwazî kir. Birayên wî girêdana bi peyamên wî ku îro jî rêzaniyê dikin, anîn ziman.

Xeleka ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ a Rojava
14 sibat, 2023   04:19
QAMIŞLO-HÊLÎN EYLÛL

Têkoşîn, bîranîn û peyamên cangoriyên ku dijî komploya navnetewî bûn xelekek ji agir, îro jî rêzaniya rista berxwedan û azadiyê dikin. Yek ji van cangoriyan jî  Şehîd Cîhad Dêrik (Hisên Abdullah) bu dirûşmeya “Bijî Serok Apo” li Rojavayê Kurdistanê bû xeleka çalakiyên “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin”.

Hisên Ebdullah (Cîhad Dêrik) sala 1976`an li gundê Eyn Dîwar ê girêdayî navçeya Dêrikê ya Kantona Qamişlo hatiye dinê. Dibistana seretayî li heman gundî, ya navîn û amadeyî jî li Dêrikê dixwîne.

Di nava malbatek welatparêz ji 7 bira û xwîşkekê pêk tê de mezin dibe. Birayê herî biçûk ê malê ye, lewma hem gelekî tê hezkirin, hem jî di temenekî biçûk de Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike. Du birayên wî di sala 1990’an de tevlî refên gerîla bûne. Hisên Ebdullah jî hem bi naskirina tekoşînê, hem jî tevlîbûna birayên xwe gelekî bandor dibe û di sala 1993’yan de tevlî PKK’ê dibe û navê Cîhad Dêrik werdigire.

Heman salê li Akademiya Mahsûm Korkmaz a li Lubnanê di perwerdeya Rêber Abdullah Ocalan re derbas dibe. Piştî perwerdeyê careke din vedigere Rojavayê Kurdistanê û tevlî xebatan dibe; heta komploya navnetewî ya sala 1999’an dijî Rêber Abdullah Ocalan hat destpêkirin jî li herêmê dimîne.

SEKNA DIJÎ KOMPLOYÊ

Dema komplo bi beşdariya gelek hêzên herêmî û navnetewî destpê dike, Şehîd Cîhad Dêrik li bajarê Amûdê di nava kar û xebatan de ye. Li hemberî komployê gelekî bi hêrs dibe û di nava gel de berxwedanê rêxistin dike.

Di vê navberê de jî pêvajoya “şanoya darizandinê” ya li Îmraliyê bi baldarî dişopîne û peyamên Rêber Ocalan baldarî dixwîne, guhdar dike.

PEYAMA ÇALAKIYÊ DIDE MALBATÊ

Çend roj beriya bidawîbûna dadgeha li Îmraliyê, serdana malbata xwe ya li Dêrikê dike. Di vê sernavê de jî li ser girîngiya têkoşîna dijî komployê disekine û bi gotina “pêwîste em vê yekê qebûl nekin û çalakiyan pêk bînin” peyama xwe dide. Ji dayika xwe re jî dibêje, “Ezê çalakiyek mezin bikim”.

Birayê Şehîd Cîhad  Ezedîn Ebdullah axaftinên wê rojê yên di navbera Ş. Cîhad û malbatê de wiha bibîr xistin: “Piştî komployê Şehîd Cîhad hat malê û demekê ma, lê her difikirî û ji me re digot, ‘Pêwiste em vê komployê bişikînin; gelek hevalên min ji bo valaderxistina komployê çalakî kirin. Erka me jî ew e ku em vê komployê vala derxînin.’ Carekê jî, ji me re got, ‘demeke nêz de hûnê çalakiya min bibihîzin.’ Piştre careke din vegeriya Amûdê.”

BÛ XELEKEK JI AGIR 

Ş. Cîhad Dêrik dema vedigere Amûdê, bênavber têkoşîna dijî komployê birêxistin dike, lê di vê navberê de jî geşedanên li Îmraliyê dişopîne û mijûl dibe ka dikare çawa bibe bersiva komployê.

Wexta ku dadgeha dewleta Tirk a dagirker roja 29’ê Hezîranê cezayê darvekirinê li Rêber Abdullah Ocalan birî, hêrsa Ş. Cîhad jî derdikeve lutkeyê. Heman rojê diçe qada herî navendî ya Amudê ku jê re dibêjin “Emin dewletî (ewlekariya dewletê) û gelek saziyên dewletê lê hene. Li vir bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” agir berdide bedena xwe.

Di dema çalakiyê de welatiyên li derdorê mudaxele dikin û agir vedimirînin. Piştre jî Ş. Cîhan dibin nexweşxaneyê. Li pey mudaxeleya yekem wî vediguhezin nexweşxaneya bajarê Şamê.

Malbat jî agahiya çalakiyê ji nasên xwe yên li Amûdê digirin. Ezedîn Ebdullah dibêje, “Agahî ji me re hat ku Cîhad çalakiya fedaî kiriye. Dayik û bavê min, hevalên wî yên têkoşînê xwe gihandin Amûdê û ew rakirin nexweşxaneya Şamê.”

PEYAMA LI NEXWEŞXANEYÊ  

Ş. Cîhad 10 rojan li nexweşxaneyê dimîne. Di vê demê hîn li ser hişê xwe ye û armanca çalakiya xwe ji kamerayan re vedibêje, her wiha peyama bilindkirina têkoşînê dide tevahiya gelê Kurd.

Wiha dibêje Şehîd Cîhad: “Ger hûn pirs bikin Serok ji bo min çi ye? Bersîva min wiha ye: Serok ji bo min dinya, axîret, hebûn û nebûn e. Nasname, qehremantî, exlaq û her tiştê di jiyanê de ye. Ezê çawa bibim bersivek ku vê komployê têk bibim. Bi fikir û felsefeya Rêbertî ez hatim vê astê û min xwebuyîna xwe naskir. Rastiya civak û jiyanê nas kir, bûm kesayetekî zana. Pêwîste ez niha bibim bersiva vê kedê. Xwe şewitandin ne tiştekî kêm e. Agir ji bo gelê Kurd û gelên Mezopotamyayê taybet e; qehremanên Kurdan ên mîna Ferhat Kurtay û Zekiye Alkan berê çalakî pêk anîn û ji bo min bûn bingeh ku ez vê çalakiyê pêk bînim. Serok Apo hêjaye ku em hemû xwe feda bikin û tekakestiyê ji bo têkoşînê jibîr bikin. Mirovêkî şoreşger xwe fedayî gelê xwe dike da ku gel azad bijî. Rêber Apo li hemberî hemû tiştan li ber xwe dide; kesayeta xwe derbaz dike. Em jî pêwîste ji Rêber Apo fêr bibin. Ji ber wê lazime hemû kesên xwedî wijdan li gorî wê  tevbigerin. Roj roja me ye; bi rastî jî eger hinek sebir û tehemûl hebe, em ê wekî jin, zilam, biçûk û mezin gav bi gav ber bi azadiyê ve biçin. Wekî Serok Apo jî dibêje, hebûna gelê Kurd bi şer û berxwedaniyê gengaz e, bêyî berxwedan gelê Kurd rizgar nabe. Ez pêşwaziya hemû gele xwe dikim; bi dilekî pir xweş, pir vekirî dibêjim, xweziya çalakiyek ji vê mezintir hebûya û min hezar rih qurbanî vî gelî bikirana.”

Birînên têkoşer Cîhan Dêrik, giran bûn û tevî hemû hewldanên bijîşkan jî, di kewiyan. Di roja 10’an a li nexweşxaneyê, ango 8`ê Tîrmeha 1999`an de tevlî karwanê şehîdên “Hûn Nikarin Roja me Tarî Bikin” bû.

NAVÊ WÎ LI QADÊ KIRIN

Dema 19’ê Tîrmeha 2012’an li Rojavayê Kurdistanê şoreş destpê kir û piştre rêveberiya xweser hat îlankirin, yek ji karên yekemîn ên rêveberiyê, jiyanîkirina bîranîna Ş. Cîhan bû. Di vê çarçoveyê de navê qada ku çalakî pêk anî, wekî “Qada Şehîd Cîhad” hat guhertin. Îro hemû gelê Amûdê û Rojava vê qadê bi vî navî nas dike.  

BIRAYÊN Ş. CÎHAD: EM Ê LISER ŞOPA WÎ BIN

Birayê Ş. Cîhad ê bi navê Volkan Ebdullah (Volkan) ku sala 1990’an tevlî refên gerîla bibû jî di sala 1991’an de şehîd bûye.

Birayê herdu şehîdan şehîdan Ezedîn Ebdullah ew şopdarên şehîdên xwe ne û bal kişand ser kesayeta Ş. Cîhad. Ezedîn Ebdullah got: “Ş. Cîhad di zaroktiya xwe de kesekî pir hêja û henûn bû, di jiyan û dibistanê de jêhatî bû. Di nava malbatê de jî kesekî dihat hezkirin. Em 7 bira û xwîşkek in.  Şehîd Cîhad û du birayên me yên din tevlî Tevgera Azadiyê bûn. Cîhad yê herî biçûk bû, wek malbat me dixwest ew xwendina xwe biqedîne. Lê Cîhad felsefe û birdoziya Rêber Apo nas kir.”

BERSIVA JI BO DAYÎKÊ

Ezedîn dibêje Ş. Cîhad li hemberî daxwaza malbatê ya xwendina dibistanên dewletê bersivek gelekî watedar daye û wiha dom kir: “Dayika min pir caran jê re digot ‘xwendina xwe biqedîne’, lê Cîhad digot, ‘Ez di nav welatekî tune tê hesibandin de me, di welatekî bindest de jiyan dikim; ez ancax dikarim fikir û birdoziya Rêbertiyê ji xwe re esas bigirim û tevlî partiyê bibim. Rêbertiyê gotiye; me ciwantî destpê kir em ê ciwantî biser bikevin. Li ser vî esasî jî ezê tevlî bibim’. Piştî van axaftinan jî tevlî bû. Di xebatên xwe yên nava tevgerê de jî gelekî serkeftî bû.”

Birayê Şêhîd Cîhad yê bi navê Ferhan Ebdulah jî behsa jiyana û têkoşîna Şehîd Cîhad kir: “Cîhad di nava malbat û hevalên xwe de diha heskirin, kesekî dilnizm û xwedî manewiyat bû. Hertîm di nav rastiyê de jiyan kir û da jiyankirin. Di dilê her kesekî de cihê xwe çekiribû. Piştî ku felsefaya Rêber Apo nas kir, girêdana wî ya ji bo welat û jiyanê hat guhertin. Kesayeta xwe ji nû ve çêkir û rastiya xwe nas kir. Bi fikrên Rêber Apo re nêzikatiya Cîhad ji bo gel hat guhartin, girêdana wî zêdetir bû; di nava civakê de ji berê ked dilê hemû kesî. Hebûn û tunebûyîna xwe di fikir, felsefe û hebûna Rêber Apo de didît.”

SEKNA DAYÎKÊ

Ferhan, da zanîn ku dema Ş. Cîhan li nexweşxanê şehîd bûye dayîka wî ya ku wê jî jiyana xwe jides daye, tilîlî kişandine û dirûşmeya “Bê Serok jiyan nabe” berz kiriye. Ferhat got: “Dayika min keseke ji Halep û bi eslê xwe Ereb bû, lê giredana wê ya ji bo Rêbertî nikarim bînim ziman. Piştî dirûşmeyan got ‘heft lawên min hene, ezê her heftan qurbanî Rêbertî bikim’. Dixtor matmayî man û gotin ‘wê ev tevger biser bikeve.’

Ferhan anî ziman ku piştî çalakiya Ş. Cîhad wana rastiya Rêbertî baştir fêm kiriye wiha dom kir: “Me nasnameya gelê Kurd baştir fam kir. Di tu ol û baweriyan de ji pêşengên gelan ev çalakî pêk nehatine. Lê ji bo Rêber Apo bi sedan kesan bedena xwe da ber agir û li derdora Rêbertî bû xelek. Ev hemû dide diyarkirin kû kes nikare roja me tarî bike. Em şagirtên Rêber Apo ne, heya bigihîjin azadiya xwe emê têbikoşîn”

Ezedî û Ferhan Ebdullah destnîşan kirin ku ewê li ser şopa şehidan û Rêber Abdullah Ocalan têbikoşin.

ANHA