Derar: Dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê hesabên xwe di ser yên mirovî re girtin

Hevserokê MSD`ê Riyad Derar balkişand ser her du aliyan ku rê nadin alîkariyên Rêveberiya Xweser bigihêjin sûriyan ên li herêmên wêranbûyî û destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê hesabên xwe di ser hesabên mirovî re girtin û sûriyan bi mirinê re rû bi rû hiştin.

Derar: Dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê hesabên xwe di ser yên mirovî re girtin
13 sibat, 2023   23:36
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Derar balkişand ser hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker ku nahêlin alîkariyên mirovî yên Rêveberiya Xweser derbasî herêmên wêranbûyî bibin û ji bo ku alîkarî bigihêjin herêmê şertan li Rêveberiya Xweser ferz dikin.

Derar wiha got: “Bi kurtasî ev trajedîk li ser serê hemî sûriyan e. Ji ber ku mexdûr ji Dera heta Sweyda, herêma navîn, Dêrazorê û hemî Sûriyê, li Entab, Urfa, Cindirês, Mari û Ezazê ne. Lê yên herî biêş, kiryara mirov in ku nahêlin alîkarî bigihêjin mexdûran. Pêdiviyên wan peyda nakin û didizin mîna li gelek herêman pêk hatiye. Ev êş û azarên sûriyan zêde dikin.”

Derar destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser erkê xwe yê exlaqî û mirovî li gorî vê pêvajoyê pêk anî û alîkarî şandin û wiha domand: “Lê mixabin hikumeta Şamê û hikumeta demkî nehişt ku ev alîkarî derbasî mexdûrên sûrî bibe.”

Dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê ji 8`ê Sibatê ve nahêlin alîkariyên mirovî yên Rêveberiya Xweser derbasî herêmên wêranbûyî yên Sûriyê bibin ku heta niha li deriyê Um Cilûd û El Tayihayê ne.

Derar îşaret bi şerta ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker kir û got: “Wan şert danî ku tevahî alîkariyan bi rêya Tirkiyê û deriyên Tirkiyê derbasî herêmên wêranbûyî bibin. Hemû jî dizanin ku nepêkan e alîkarî derbasî Tirkiyê bibin û piştre derbasî herêmên Sûriyê bibin.”

Derar diyar kir ku MSD, QSD û Rêveberiya Xweser ev mijar di siyasetê de bi kar neanî, lê belê alîkarî bê şert pêşkêş kir û wiha domand: “Em qet nafikirin ku van alîkariyan ji bo pêkanîna berjewendiyên siyasî pêk bînin. Lê belê alîkarî hene, ya tê xwestin jî ew e ku ev alîkarî bi awayekî fermî werin pêşwazîkirin.”

Derar di dawiyê de da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê hesabên xwe di ser yên mirovî re girtin û sûrî bi mirinê re hiştin û ev li gotinên xwe zêde kir: “Tenê serhişkî hebû. Li gorî çavdêriya me, hesabên siyasî ji yên mirovî mezintir in ku xelk di bin kavilan de û bi mirinê re rû bi rû hiştin beyî ku nirxên mirovî di ber çavan re derbas bikin. Cîhan bi giştî di serî de Tirkiyê berpirsrên vê rewşê ne.”

(şx)

ANHA