'Rêber Ocalan ronahiya xwe li tevahî dinyayê belav kir'

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Komploya Navneteweyî ya li djiî Rêber Ocalan şermezar kir û anîn ziman ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo were mîsogerkirin ew ê têkoşînê bilind bikin.

'Rêber Ocalan ronahiya xwe li tevahî dinyayê belav kir'
14 sibat, 2023   06:39
QAMIŞLO-DELÎLA GABAR

Pêkhateyên Bakûr û Rojhilatê Suriyê yên li bajarê Qamişlo dimînin der barê hember Komploya Navneteweyî (15ʹê Sibata 1999`an) ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ji ajansa me re axivîn.

Gabrîal Îlyîlo yê ji pêkhateya Asûrî diyar kir ku divê ji her demê  zêdetir gel dengê xwe bike yek da ku bikaribin azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan pêk bînin û got:  “Dewleta Tirk a dagirker Kurd, Êzidî û Ermen di qirkirinan re derbas kirin. Em weke gelê Asûrî li peyî felsefeya Rêber Apo dimeşin.”

Îlyîlo bang li pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û Tirkmen kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşînê bilind bikin.

Dayika şehîd Orhan, Ayde Xelîl Mihemed a ji pêkhateya Kurd jî anî ziman ku deweletên bi navê mirovahiyê bang dikin, bi girtina Rêber Apo xwestin gel ji felsefeya wî dûr bixin. Ayda diyar kir ku ew di şopandina felsefeya Rêber Ocalan de bi israr in.

Ayde destnîşan kir ku heta azadiya Rêber Apo pêk neyê, alozî û pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser nabin.

Dayika şehîd Feysel, Fatima Hesen Casim a ji pêkhateya Ereb jî der barê mijarê de helwesta xwe wiha anî ziman: “Bi komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan dixwazin îradeya gelan bişkînin. Lê em ê bi berxwedan û têkoşîneke mezin, li hember komployê li ber xwe bidin. Ji ber ku Rêber Apo ronahî û felsefeya xwe li tevahî dinyayê belav kiriye.”

Fatima bal kişand ser têkoşîna Rêber Ocalan a ji bo rizgarkirina gelên bindest û bi bîr xist ku wek pêkhateyên Ereb û Kurd ew ê bi xurtkirina yekitiyê û biratiya gelan ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşin.

Fatima destnîşan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ew ê li qadan bin.

ANHA