Prof. Maria Corradi: Divê fikrên Ocalan berbelav bibin

Prof. Maria Laura Corradi berxwedana Rêber Abdullah Ocalan a li Îmraliyê wek "lehengê serdemên nûjen, Antonio Gramsci di serdema faşîzmê de, Nelson Mandela jî di serdema cudakariya nijadî de; ji bo her kesên ji berxwedan, azadî û edaletê hez dikin çavkaniyeke mezin a îlhamê ye" nirxand û got "Her kes dizane Ocalan kî ye, lê dîsa jî bi awayekî bêhiqûqî dîlgirtî ye."

Prof. Maria Corradi: Divê fikrên Ocalan berbelav bibin
14 sibat, 2023   01:44
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Civaknas Prof. Maria Laura Corrradi di salvegera 24'an a Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê de, li ser komplo û nêzîkatiyên CPT û DMME'yê yên li hember tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan ji ANHA'yê re axivî.

Maria Laura Corrradi diyar kir ku gelê Îtalyayê navê Rêber Abdullah Ocalan herî zêde ji hovîtiya girtîgeha ku 24 sal e lê tê ragirtin dizane û got: "Îtalî xwe berpirsyar dihesibînin ku li pêşberî dewleteke ku peywirên xwe bi xwe pêk nayne, têra xwe tev negeriyane. Wê demê dayîna statuya penaberiya siyasî ji Ocalan re, ji aliyê hikumeteke 'navendî-çepgir' ve hatibû redkirin. Piştî revandina wî (ev ji bo her kesî şoqek bû) statuya penaberiya siyasî jê re hat dayîn. Lê pir dereng bû. "

'PARADÎGMAYA WÎ BAWERIYEKE TAM A BI DEMOKRASIYA RASTEQÎN E'

Prof. Maria paradîgmaya Rêber Ocalan wek "baweriyeke tam a bi demokrasiya rasteqîn" nirxand û wiha dewam kir: "Xwe dispêre ezmûnên berê yên mirovahiyê, ji şaşiyan dersan derdixe. Di pêvajoyên veguherîna civakî de ji naskirina navendîbûna jinan re bi temamî vekirî ye."

Maria diyar kir ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan têra xwe nayên zanîn û got: "Ez bawer dikim ku li ser bingeha rêzgirtina li cudahiyan, hezkirina xwezayê û wekheviyê, ji bo çareserkirina pirsgirêkên têkildarî şer, kedxwarî û her cure tundiyê, belavkirina ramanan girîng e. Konfederalîzma Demokratîk têkildarî vê yekê ye; ji bo afirandina cureyên nû yên civakê amûreke siyasî ye."

‘TIŞTEKÎ NEDÎTÎ YE’

Maria Laura Corradi berxwedana Rêber Ocalan a li Îmraliyê bi hin mînakên dîrokî nirxandin û got: "Mîna Antonio Gramsci di serdema faşîzmê de û Nelson Mandela di serdema cihêkariya nijadî de, lehengekî serdemên hemdem ji zindan û dijwariyê rizgar dibe; ji bo hemû kesên ji berxwedan, azadî û edaletê hez dikin, îlhameke mezin e. Bi taybetî ji bo jinan, di nava civatên me de tevkariya wî ya ji bo têgihîştin û derbaskirina formên jehrî yên mêraniyê, di lîderekî siyasî yê mêr de kom bûne û ev bêhempa ye."

'NÊZÎKATIYÊN PARLAMENTA EWROPAYÊ Û DMME’YÊ TIRSONEK IN'

Maria nêzîkatiyên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Parlamenta Ewropayê yên li hember tecrîdê wek 'tirsonek' bi nav kirin û wiha axivî: "Ez difikirim ku ev helwesta tirsonek a DMME û Parlamentoya Ewropayê, ji ber ku bi piranî di bin sîwana hikumeta Tirk de ne. Ji ber ku koçberiya ber bi Ewropayê ve zêde dibe, saziyên Yekitiya Ewropayê neçar dimînin ku pereyekî mezin bidin Tirkiyeyê û li dijî wan wek şantajê tên bikaranîn. Lê belê xuya ye dê nekare ji vê rewşa şantajê derkeve. Tirsa ji pêla koçberiyê gelekî kevn e. Dîsa ji ber ku berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî di nava hev de ne, şikandina bêdengiyê zehmet e. Ji ber vê yekê Erdogan tu carî ji ber bombekirina welatên cîran (bi çekên derqanûnanî jî) û dayîna fermana kuştina jinên pêşeng ên li Yekitiya Ewropayê, nayê sûcdarkirin û cezakirin."

'ÊDÎ HER KES DIZANE OCALAN KÎ YE'

Prof. Maria bal kişand ser girîngiya çalakî û kampanyayên ku di salên dawî de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û got: "Heta niha bi sedan mîtîng, çalakiyên rûniştinê, civîn û semîner hatin lidarxistin. Gelek belavok, belge û afîş hatin belavkirin. Bi hezaran kesên ku rûspî jî di nav de ne, îmzeyên piştgiriyê pêşkêşî cihên pêwendîdar kirin û çalakî hatin kirin. Li dehan bajarên Îtalyayê Ocalan wek welatiyê rûmetê hate qebûlkirin, navê wî li kolanan hate gotin. Niha her kes dizane Ocalan kî ye, lê dîsa jî li odeyekê, li giravekê, bi tena serê xwe di nava deryayê de dîlgirtî ye.”

Prof. Maria Laura Corradi got heke Rêber Abdullah Ocalan neyê berdan ji ber rewşa wî ya tenduristiyê dê pirsgirêk zêdetir bibin û wiha lê zêde kir: "Tiştekî bi serê wî de were, dê ew qasî tiştekî mezin be ku yên heta niha nexwestine biaxivin jî dê di dawiya dawî de helwestekê nîşan bidin, heta partiyên siyasî cuda jî dê vê yekê qebûl nekin.”

Civaknasa Îtalî Profesor Marîa Laura Corradi, li ser Xebatên Zayedî û Rêbazên hunandina nasnameyên civakî û polîtîk ên şexsan û li gorî van nasnameyan cihê kesan ê di civakê de lêkolîn kirine.

ANHA