​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-2-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-2-2023
13 sibat, 2023   23:00

Partiya Yekitiya Demokratîk komxebata sûrî der barî Komploya Navneteweyî de li seyrangeha Şeto ya Hesekê li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî xwepêşandan li dar dixe. Di heman çarçoveyê de şêniyên rojhilatê Dêrazorê, bajarokên El Sawe, Ebû Xeşeb ên rojavayê Dêrazorê çalakiyên cuda li dar  dixin saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Koçberên Serêkaniyê li Kampa Telaê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan xwepêşandanek li dar dixe saet di 10:00`an de. Di heman çarçoveyê de Tevgera Ciwanên Şoreşger a Til Hemîsê ya kantona Qamişlo xwepêşandanek saet di 16:00`an de, li navçeyên Dirbêsiyê, Şedadê yên kantona Hesekê saet di 18:00`an de xwepêşandanên girseyî li dar dixe.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Der berê karwanên alîkariyan de Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê bi tevlêbûna partiyan û hêzên siyasî daxuyanî li pêşiya avahiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY ya li taxa Siyahî ya Qamişlo dide saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Kampanya alîkariyan a ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo mexdûrên erdhejê dest pê kiriye didome. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dema dagirkeran li Îmraliyê bi şanoyekê cezayê darvekirinê didan Rêber Abdullah Ocalan, wî heman rojê bedena xwe gir glokek ji agir û bersiv dida. Dayîka wî ya Ereb bi tîlîlî û dirûşmeyan pêşwazî kir. Birayên wî girêdana bi peyamên wî ku îro jî rêzaniyê dikin, anîn ziman. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Prof. Maria Laura Corradi berxwedana Rêber Abdullah Ocalan a li Îmraliyê wek "lehengê serdemên nûjen, Antonio Gramsci di serdema faşîzmê de, Nelson Mandela jî di serdema cudakariya nijadî de; ji bo her kesên ji berxwedan, azadî û edaletê hez dikin çavkaniyeke mezin a îlhamê ye" nirxand û got "Her kes dizane Ocalan kî ye, lê dîsa jî bi awayekî bêhiqûqî dîlgirtî ye." (BI WÊNE)

Li Kobanê di encama erdhejê de zirar gihaştiye 13 dibistanan. Di heman demê de Komîteya Endezyaran xebatên keşfkirina dibistanan didomîne. (BI WÊNE)

“Ez gelek ji listokên xwe hez dikin lê bêtir ji zarokên welatê xwe hez dikim” bi van gotinên besît zarokeke Qamişlo ya 7 salî nameyek nivisî û tevî listok û cil û bergên xwe diyarî mexdûrên erdheja Sûriyê kir. (BI WÊNE)

Li gel tawanbarkirina hikumeta Şamê ku alîkariyan didize û di nav sûkan de difroşe, berpirsên hikumeta Şamê li parêzgeha Helebê, alîkariyên xwarin û tenduristiyê depo dikin ku ji aliyê gelek dewletan ve ji mexdûrên erdhejê re hatine pêşkêşkirin. (BI WÊNE)

Hevserokê KNKʹê anî ziman banga KCKʹê ya rawestandina çalakiyên leşkerî mirovî û exalqî bi nav kir û got, êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser çiyayên Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan dide ku siyasetên qirkirinê yên li dijî gelên herêmê berdewam dikin. (BI WÊNE)

Hevserokê MSD`ê Riyad Derar balkişand ser her du aliyan ku rê nadin alîkariyên Rêveberiya Xweser bigihêjin sûriyan ên li herêmên wêranbûyî û destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê hesabên xwe di ser hesabên mirovî re girtin û sûriyan bi mirinê re rû bi rû hiştin. (BI WÊNE)

ANALÎZ

Ev zêdetirî 10 sal in gelê Sûriyeyê bi kuştin, koçberî, guhertina demografiyayê, îşkence û binçavkirinê re rû bi rû ye. Bi ser de, di berbanga roja duşemê (6`ê Sibatê) de, tam saet di 04:17`an de rewş xirabtir bû. Wê rojê, karesateke xwezayê rû da û li dû xwe zêdetirî 8 hezar û 940 qurbanî û birîndar hişt. Bi hezaran jî bê cih û war man û ji ber karesatê û windakirina hezkiriyên xwe, bi nexweşiyên derûnî re rû bi rû mane. (BI WÊNE)

ANHA