Mîraya ku lîstokên xwe alîkarî da: Ez ji zarokên welatê xwe bêhtir hez dikim!

“Ez gelek ji lîstokên xwe hez dikim, lê ji zarokên welatê xwe bêhtir hez dikim” bi van gotinan zarokek 7 salî ya ji bajarê Qamişlo nameyek nivisî û tevî lîstok û cil û bergên xwe wek alîkarî da zarokên mexdûrên erdhejê.

Mîraya ku lîstokên xwe alîkarî da: Ez ji zarokên welatê xwe bêhtir hez dikim!
Mîraya ku lîstokên xwe alîkarî da: Ez ji zarokên welatê xwe bêhtir hez dikim!
14 sibat, 2023   06:14
QAMIŞLO

Di bin konê komkirina alîkariyan ji bo mexdûrên erdheja Sûriyeyê de ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê bi dirûşmeya “Bi hev re ji bo mirovahiyê” li Qamişlo vedaye, bavê zaroka bi navê Mîra Şêx Nûr, Gîvara Şêx Nûr ji nûçegihanê me re dateyên mijarê parve kirin.

Mîra ji dê û bavê xwe re behsa zarokên ji erdhejê rizgar bûne kir û got: “Di vê sermayê de ev zarok bê cil û berg mane. Teqez lîstokên wan jî nemane. Hemû tiştên wan di erdhejê de çûn.”

Mîraya ku dayîka wê ji elewiyên parêzgeha Lazîqiyê ye, hemû lîstok û cil û bergên xwe kom kirin û ji wan re got: “Ji bilî cil û berg û lîstokên min, li cem min tiştek din tune ye ku bidim.”

Mîra tevî lîstokên xwe ji bo zarokan nameyek hişt, tê de dibêje: “Ez Mîra ji Qamişlo me. Dixwazim lîstok û cil û bergên xwe ji bo zarokên ji erdhejê filitîne pêşkêş bikim. Ez pir ji lîstokên xwe hez dikim, lê ji zarokên welatê xwe bêhetir hez dikim.”

Berbanga duşemê (6`ê Sibatê) bi pileya 7.7 li Bakurê Kurdistanê, Tirkiyeyê, bakur û naverasta Sûriyeyê erdhej çêbû û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Lubnanê jî hat hîskirin. Erdhejê li dû xwe bi hezaran qurbanî û wêraniyeke mezin hişt.

(şx)

ANHA