Serokwezîrê Iraqê ferman da ku bikaranîna çekên kîmyewî were lêkolînkirin

Ofîsa Serokwezîriyê ya Iraqê ferman da ku lêkolîn têkildarî çekên kîmyewî ku dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê bi kar anîne, were kirin.

Serokwezîrê Iraqê ferman da ku bikaranîna çekên kîmyewî were lêkolînkirin
14 sibat, 2023   07:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamenterê Iraqê Soran Omer nivîseke Ofîsa Serokwezîriyê ya Iraqê belav kir ku tê de ferman hatiye dayîn ku lêkolîn têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ku dewleta Tirk li nav xaka Başûrê Kurdistanê bi kar anîne, were kirin.

Ofîsa Serokwezîriyê ya Iraqê daxwaz ji komîsyonên hevbeş ên hikumeta Iraqê û hikumeta Başûrê Kurdistanê kiriye, der barê bikaranîna madeya fosfor û çekên kîmyewî de ku artêşa Tirk di êrişên xwe yên leşkerî ên li Başûrê Kurdistanê bi kar aniye, lêkolîn were destpêkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye artêşa Tirk a dagirker bi salan e li beramberî gerîlayên azadiyê çekên kîmyewî bi kar tîne. Gelek belgeyên vê hovitiya artêşa Tirk radestî hikumeta Iraqê, Neteweyên Yekbûyî, Parlamentoya Ewropayê û rêxistinên mafên mirov hatiye kirin.