​​​​​​​Cenazeyê endamê TEV-DEM`ê Mehmûd Kobanê hat veşartin

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê cenazeyê şehîd Mehmûd Beşar li Goristana Şehîd Dicle ya başûrê bajêr oxir kir.

​​​​​​​Cenazeyê endamê TEV-DEM`ê Mehmûd Kobanê hat veşartin
​​​​​​​Cenazeyê endamê TEV-DEM`ê Mehmûd Kobanê hat veşartin
​​​​​​​Cenazeyê endamê TEV-DEM`ê Mehmûd Kobanê hat veşartin
​​​​​​​Cenazeyê endamê TEV-DEM`ê Mehmûd Kobanê hat veşartin
​​​​​​​Cenazeyê endamê TEV-DEM`ê Mehmûd Kobanê hat veşartin
​​​​​​​Cenazeyê endamê TEV-DEM`ê Mehmûd Kobanê hat veşartin
​​​​​​​Cenazeyê endamê TEV-DEM`ê Mehmûd Kobanê hat veşartin
13 sibat, 2023   14:12
 KOBANÊ

Endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Mehmûd Beşar (Mehmûd Kobanê) duh (12`ê Sibatê) dema serdana hin malbatên li gundewarê Kobanê dikir, di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker şehîd bû.

Di merasima oxirkirinê de, Hevserokê Akademiya Şehîd Emgîhan Cûdî, Silêman Silêman axivî û karên terorê yên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Silêman anî ziman ku di demekê de ku cîhan bi aloziya mirovî ya li herêmê mijûl e, dewleta Tirk a dagirker welatiyên herêmê hedef digire û ev yek li dijî hemû nirxên exlaqî ye.

Hevseroka Desteya Hundirîn a herêma Firatê Sozdar Şêxo jî diyar kir ku dewleta Tirk qirkirina gelên herêmê armanc dike û wiha dom kir: “Lê hesabên wê şaş in, em xwediyên nirx û pîvanan in. Çiqas hewl bide me bitirsîne û çiqas êrişî me bike jî, em dev ji axa xwe bernadin.”

Sozdar bêdengiya cîhanê ya li hember êrişên dewleta Tirk jî rexne kir.

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin û cenazeyê şehîd hat veşartin.

(cx)

ANHA