53 kamyon û erebeyên alîkariyan derbasî herêmên erdhejê bûn

Beşa yekemîn a alîkariyên mirovî yên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin navê “Fezet El Firat” û “Kampanyaya alîkariyan a Minbicê û gundewarên wê” de ji bo mexdûrên erdhejê kom kirine, derbasî herêmên bakur rojavayê Sûriyeyê bûn.

53 kamyon û erebeyên alîkariyan derbasî herêmên erdhejê bûn
53 kamyon û erebeyên alîkariyan derbasî herêmên erdhejê bûn
53 kamyon û erebeyên alîkariyan derbasî herêmên erdhejê bûn
53 kamyon û erebeyên alîkariyan derbasî herêmên erdhejê bûn
53 kamyon û erebeyên alîkariyan derbasî herêmên erdhejê bûn
13 sibat, 2023   14:03
 MINBIC

Beşa yekemîn a alîkariyan di deriyê Um Cilûd (yê di navbera Minbic û Cerablusê de) ji 53 kamyon û erebeyan pêk dihat û bi alîkariya Rêveberiya Xweser hatin derbaskirin. Ew alîkarî ji bajarên Minbic, Reqa û Dêrazorê hatibûn komkirin. Tê de çadir, derman, madeyên xwarinê, cil û hin madeyên dîtir hebûn.

Rêveberiya Xweser demek berê ragihandibû ku ew hemû dergehan ji bo gihandina alîkariyan ji mexdûrên erdhejê yên li herêmên Sûriyeyê re, vedikin.

(cx)

ANHA