​​​​​​​Cenazeyên 5 qurbaniyên din ji deriyê Ewn Dadat hatin wergirtin

Rêveberiya Xweser cenazeyên 5 qurbaniyên din ên erdheja li Bakur-Tirkiyeyê ji deriyê Ewn Dadat wergirtin.

​​​​​​​Cenazeyên 5 qurbaniyên din ji deriyê Ewn Dadat hatin wergirtin
13 sibat, 2023   14:19
 NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dr. Ciwan Mistefa ji malpera fermî ya Rêveberiya Xweser axivî. Mistefa ragihand ku wan cenazeyên 5 qurbaniyên erdhejê yên li Bakur û Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest dane, ji deriyê Ewn Dadat wergirtine.

Navên qurbaniyan wiha ne: Ferîde Orfelî (27), Evîn Şêxo (32), Mistefa Hemê (4) ji Kobanê ne, Nedîm Yûsif (42) ji Reqayê û Rîm El Hac (45) ji Hemayê.

Rêveberiya Xweser heta niha cenazeyên 73 qurbaniyên erdhejê ji deriyên sînorî wergirtine.

(cx)

ANHA