Avahî li ber hilweşînê ne lê alavên hilweşandinê tune ne

Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê keşifkirina avahiyên zirardîtî yên ku ji bo bicihbûnê ne guncaw in, didomîne. Hikumeta Şamê jî rê nade ku alavên hilweşandinê derbasî her du taxan bibin.

Avahî li ber hilweşînê ne lê alavên hilweşandinê tune ne
Avahî li ber hilweşînê ne lê alavên hilweşandinê tune ne
Avahî li ber hilweşînê ne lê alavên hilweşandinê tune ne
Avahî li ber hilweşînê ne lê alavên hilweşandinê tune ne
Avahî li ber hilweşînê ne lê alavên hilweşandinê tune ne
Avahî li ber hilweşînê ne lê alavên hilweşandinê tune ne
13 sibat, 2023   09:57
HELEB- NESRÎN ŞÊXO

Di encama erdjeha li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de ku bandor li Sûriyeyê jî kir, 6 kesan li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jiyana xwe ji dest da û 57 kes jî birîndar bûn. Her wiha ziyanên mezin gihaştin avahiyan.

Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo parastina şêniyan, hewl dide avahiyên qelişî xirab bike.

Hevserokê Nivîsgeha Teknîk a Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Ednan Caro anî ziman ku xebatên wan ên keşifkirina avahiyên zirardîtî didomin û dê di dema bê de encamên wê ragihînin.

Ednan Caro got: "Em avahiyên ku ji bo bicihbûnê ne guncaw in, diyar kikin û me biryara hilweşandina wan da. Ji ber ku ev avahî xetereyê li ser jiyana niştecihan çêdikin. Lê Firqeya 4ʹan nahêle alavên ji bo hilweşînê derbasî taxan bibin."

Caro anî ziman ku wan ev avahî bi destan hilweşandin û got divê hikumeta Şamê bihêle alav derbas bibin da ku qurbaniyên din çênebin.

(bb)

ANHA