Dewleta Tirk gef li şandeya ku hewl da alîkariyê derbas bike xwar

Ev 5 roj e dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û hikumeta Şamê rê nadin ku alîkariyên Rêveberiya Xweser derbasî herêmên erdhejê bibin. Dewleta Tirk gef li navbeynkarên ku hewl dan alîkariyan derbas bikin, xwarin.

Dewleta Tirk gef li şandeya ku hewl da alîkariyê derbas bike xwar
13 sibat, 2023   09:53
MINBIC-ZANA SEYDÎ

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo mexdûrên erdhejê yên li Şehbayê, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, herêmên hikumeta Şamê û yên dagirkirî kampanyaya alîkariyê ragihand.

10ʹê Sibatê, Rêveberiya Xweser 50 tankerên mazotê amade kirin da ku bişîne Şehba û Helebê. Lê hikumeta Şamê tanker li deriyê Tayiheyê yê di navbera Minbic û herêmên hikumeta Şamê de asteng kirin. Dîsa jî Rêveberiya Xweser 50 tankerên din ên sotemeniyê bi rê kirin. Lê heta niha 100 tanker li deriyê Tayiheyê hatine astengkirin û li benda derbasbûnê ne.

LI DERIYÊ UM CILÛD JÎ ALÎKARÎ HATINE ASTENGKIRIN

8ʹê Sibatê Rêveberiya Xweser hewl da 30 tankerên sotemeniyê û 20 kamyonên madeyên mirovî bişîne herêmên dagirkirî. Ev alîkarî jî li deriyê Um Cilûd ê di navbera Minbic û Cerablusê de ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatin astengkirin û rê nayê dayîn ku derbas bibin.

Ji bo ku ev alîkarî derbas bidin, duh (yekşemê) nûnerên Rêveberiya Xweser bi şandeyeke navbeynkar a ji herêmên dagirkirî hatî re hevdîtin kir. Lê piştî ku şande ji bajarokê Raî yê dagirkirî vegeriya, derbaskirina alîkariyan ji bo herêmên bakur û rojavayê Sûriyeyê red kir.

Hevserokê Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mele Îbrahîm diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker gef li şandeya navbeynar xwariye ku hewl da alîkariyê derbasî herêmên dagirkirî bike.

(bb)

ANHA