Tevî erdhejê jî dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe didomîne

Tevî erdheja li 10 bajarên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê rû da, dewleta Tirk êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ranewestandine.

Tevî erdhejê jî dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe didomîne
13 sibat, 2023   10:37
KOBANÊ

Di demekê de ku cîhanê bi felaketê erdhejê ya li Tirkiye, Bakurê Kurdistanê û Sûriyeyê mijûl e, dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne.

Dewleta Tirk a dagirker di hefteyekê de 4 êrişên bejahî û hewayî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sûriyeyê pêk anîn. Di encamê de şervanekî QSDʹê şehîd bû.

6 û 7ʹê Sibatê dewleta Tirk a dagirker derdora bajarokê Til Rifetê yê Şehbayê topbaran kir.

9ʹê Sibatê artêşa dagirker gundên Seyda, Xalidiyê, bajarokê Hîşe yên navçeya Eyn Îsa û rêya M4 bombebaran kirin.

11ʹê Sibatê artêşa Tirk a dagirker gundên Tîba û Xalidiyê yên Eyn Îsayê bi çekên giran dan ber topan.

Duh dewleta dagirker bi balafireke bêmirov a biçek li gundewarên rojava yê Kobanê malek bombebaran kir, di encamê de şervanekî QSDʹê yê di dema bêhnvedanê de bû, şehîd bû.

(bb)

ANHA