​​​​​​​Li 3 navçeyan têkildarî Komploya 15ʹê Sibatê civîn hatin lidarxistin

Bi boneya nêzîkbûna salvegera 24ʹan a Komploya Navneteweyî ya 15ʹê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, li navçeyên Qamişloyê semîner û civîn hatin li darxistin.

12 sibat, 2023   13:39
QAMIŞLO

Bi nêzîkbûna salvegera 24ʹan a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, li navçeyên kantona Qamişlo semîner û civîn hatin lidarxistin.

Kongra Star li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo semîner ji bo danasîna armanc û bandorên kamploya 15ʹê Sibatê da.

Semîner li Komîngeha Şehîd Mistefa bi beşdarbûna bi dehan şêniyên taxê hate dayîn.

Endama Kongra Star Romedîne Beşîr behsa pêvajoyên amadekirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan kir û got, ew ê têkoşînê geş bikin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan mîsoger bikin.

TIRBESPIYÊ

Meclisa Navçeya Tirbespiyê civîneke li hola nivîsgeha PYDʹê ji şêniyan re li dar xist.

Endamê Rêveber ê Akademiyên Civaka Demokratîk a Kantona Qamişloyê Mihemed Xelîl axivî. Mihemed Xelîl diyar kir ku komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi lihevkirineke navneteweyî hat plankirin. Her wiha anî ziman ku komploya 15ʹê Sibatê  berdewama komployên berê yên li dijî gelên herêmê û şoreşên wan e.

Xelîl da zanîn ku dewleta Tirk xeyal dikir ku ew ê bi girtina Rêber Ocalan karibe îradeya gelê Kurd û pêkhateyên herêmê bişkîne û got, Rêber Ocalan bi felsefeya xwe komplo vala derxist.

Beşdaran jî gotin, ew ê têkoşînê xurt bikin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan pêk were

Di dawiyê de sînevîzyoneke li ser nirxandinên Rêber Ocalan ên der barê komployê de hat pêşandan.

DÊRIK

Meclisa Navçeya Dêrikê civînek ji bo nasandina bandorên Komploya Navneteweyî li dar xist. Bi dehan şêniyên Dêrik, Koçerat û Beravê beşdarî civînê bûn ku li Stada Kornîşa girtî hat li darxistin.

Endamê Rêveberiya Meclisa Dêrikê Rûbar Elî axivî  û got: "15ʹê Sibatê ji bo gelên Kurdistanê û tevahî cîhanê rojeke reş e. Divê komplo bi awayekî baş were analîzkirin û bi rewşa îroyîn û bûyerên heyî ve were girêdan."

Rûbar Elî destnîşan kir ku  ramanê Rêber Ocalan ji bo edalet û azadkirina tevahî gelan û xurtkirina biratiya gelan e. Her wiha got: "Em baş dizanin ku ramanê Rêbertî ji bo tevahî gelan rêya xelasiyê ye. Divê em di şoreşa xwe ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de felsefeya Rêbertî di pratîkê de xurttir bikin."

Elî di dawiyê de got gelên herêmê wê berxwedan û têkoşîna xwe geş bikin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêbertî mîsoger bikin.

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/mPabbmHM40w" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/riyTI8FflAU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>