Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê kampanyaya alîkariyê da destpêkirin

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê ji bo mexdûrên erdhejêj yên li Sûriye, Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kampanyaya alîkariyê ragihand.

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê kampanyaya alîkariyê da destpêkirin
12 sibat, 2023   12:33
KOBANÊ

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê bi daxuyaiyekê kampanyaya alîkariyê ji bo mexdûrên erdhejê ragihand. Daxuyanî li pêşiya avahiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê bi beşdarbûna rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê hat xwend.

Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Firatê Hêlîn Hacim daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê amade ne alîkariyê bidin mexdûrên erdjehê yên li Sûriye û Tirkiyeyê. Hîna bi hezaran kes di binê kavilan de ne, ruxmî vê yekê hikumeta Şamê nahêle alîkarî derbasî van herêman bibin û ambargoya li ser taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê raneke.

Li herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin jî, tevî azar û hebûna bi hezaran di binê kavilan de ku pêwîstiyan wan bi alîkariyê hene, lê dewleta Tirk û çeteyên wê nahêlin alîkariyên ku Rêveberiya Xweser dişîne, derbas bibin."

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê bang li şêniyan ku tev li kampanyayê bibin.

(bb)

ANHA