Şandeya navbeynkar alîkariyên ji bo bakurê rojavayê Sûriyeyê red kir

Bi armanca derbaskirina alîkariyên Rêveberiya Xweser ji bo herêmên dagirkirî, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi şandeyeke navbeynkar ku ji herêmên dagirkirî hatiye re hevdîtin kir.

Şandeya navbeynkar alîkariyên ji bo bakurê rojavayê Sûriyeyê red kir
12 sibat, 2023   12:50
MINBIC

Nûçegihanê me ji deriyê Um Cilûd ê di navbera Minbic û herêma Cerablus a dagirkirî de ragihand ku nûnerên Rêveberiya Xweser hewl dan şandeyê li ser girîngiya derbaskirina alîkariyan ji bo herêmên wêrankirî yên bakurê rojavayê Sûriyê yên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, bide iqnakirin.

Nûçegihanê me diyar kir ku şandeyê bersiva dawî nede, lê muhlet xwest heta ku vegera bajarê Raî yê herêma Ezazê a dagirkirî.

Nûnerekî Rêveberiya Xweser anî ziman ku şandeya navbeynkar agahî da Rêveberiya Xweser ku ew alîkariyên ji aliyê Rêveberiya Xweser ve yên ji bo herêmên dagirkirî tên pêşkêşkirin, red dikin.

ANHA