ji ber nakokiyên li ser qaxaçiyê pevçûn û girtin di navbera çeteyên dagirkeriyê de

Çeteyên “Polîsa Leşkerî” li Serêkaniyê piştî nakokiyên li ser qaçaxiyê 5 çeteyên komên din girtin û yek din jî birîndar bû.

ji ber nakokiyên li ser qaxaçiyê pevçûn û girtin di navbera çeteyên dagirkeriyê de
11 sibat, 2023   17:58
HESEKÊ

Çavkaniyan destnîşan kir ku çeteyên “Polîsa Leşkerî” ya dewleta Tirk a dagirker 5 çeteyên komên “Şuheda Bedir” û “Firqeya 20`an” girtin, piştî ku der barê qaxaçiya mirovan de ber bi Tirkiyê ve, li rojavayê bajarê Serêkaniyê bi hev ketin.

Heman çavkaniyan da zanîn ku di pevçûnan de, çeteyek birîndar bûye û ew veguhastina Tirkiyê.

Piştî bûyerê, nakokî di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker de li Serêkaniyê berdewam e.

(şx)

ANHA