Li Qamişlo têkildarî Komploya Navneteweyî 2 civînên cuda li dar ketin

Bi nêzîkbûna salvegera 24`an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan re, 2 civînên cuda li Qamişlo hatin lidarxistin û banga bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hat kir.

Li Qamişlo têkildarî Komploya Navneteweyî 2 civînên cuda li dar ketin
11 sibat, 2023   17:42
QAMIŞLO

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi koordîneya Kongra Star her du civîn li dar xistin. Civîna yekemîn, endamên komînên taxa Xerbî ya Qamişlo û civîna duyemîn li taxa Kornîş li dar ketin.

Di civînan de behsa Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, têkoşîn û berxwedana wî hate kirin.

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Bajarê Qamişlo Xufran Kewkeb daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Hemû cureyên xiyanet û komployê têk bibin. Rêber Abdullah Ocalan azad bikin. Komploya 15`ê Sibatê têk bibin û li hember xiyanetê li ber xwe bidin û rûmeta xwe biparêzin.

/ar/uploads/files/2023/02/11/161143_img_9864.webp

Em Komploya Navneteweyî şermezar dikin ku kesayeta Rêber Abdullah Ocalan kir hedef ji ber ku banga azadî û yekitiya gelên Rojhilata Navîn û jiyana bi rûmet dike.

Di dîroka Rojhilata Navîn de, dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan rojeke reş e ku bi dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî re berdewam e.

Em soz didin ku şopdarên rêgeza Rêber Abdullah Ocalan û şehîdan bin.”

Di dawiyê de sînevizyonek têkildarî komployê hate pêşandan.

(şx)

ANHA