Bîlançoya erdhejê li Bakurê Kurdistanê giran dibe: 22 hezar û 327 jiyana xwe ji dest da

Hejmara kesên ku di erdehjê de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 22 hezar û 327 kesan.

Bîlançoya erdhejê li Bakurê Kurdistanê giran dibe: 22 hezar û 327 jiyana xwe ji dest da
11 sibat, 2023   18:12
 NAVENDA NÛÇEYAN

Berbanga duşemê (6`ê Sibatê) bi pileya 7.7 li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û bakurê rojavayê Sûriyeyê erdhej çêbû.

Bîlançoya qurbanî û birîndarên erdhejên Bazarcixa Mereşê yê Bakurê Kurdistanê giran bû. Heta niha 22 hezar û 327 kesan jiyana xwe ji dest da û 80 hezar û 278 kes jî birîndar bûne.