Rêveberiya Xweser rewşa mexdûrên erdhejê yên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şopand

Şandeya Rêveberiya Xweser û TEV-DEMʹê serdana kon û navendên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir û rewşa kesên ji ber erdhejê ziyan dîtine, şopand.

Rêveberiya Xweser rewşa mexdûrên erdhejê yên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şopand
11 sibat, 2023   13:02
HELEB

Şandeya Rêveberiya Xweser û TEV-DEMʹê serdana kon û navendên hewandinê yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kir û rewşa kesên ji ber erdhejê ziyan dîtine, şopand.

Şande ji hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid, cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber Hemdan El Ebid û hevserokê TEV-DEMʹê Xerîb Hiso pêk tê.

Şandeyê serdana malbatên ku ji ber erdhejê ziyan dîtine, kir. Şêniyan behsa astengiyên ku hikumeta Şamê li pêşiya derbaskirina alîkariyan derdixin, kir.

Hemdan El Ebid axivî û got: "Di felaketa ku ziyan gihandiye tevahî sûriyan de, sekna me ya li kêleka gelê me û şêniyên me erkekî exlaqî û mirovî ye.”

El Ebid destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser amade ye li gorî derfetên xwe destekê bide tevahî Sûriyeyê, heke herêmên hikumeta Şamê bin an jî yên bakurê Sûriyeyê bin.

El Ebid bal kişand ser astengiyên ku li pêşiyan wan derdikevin û got: "Rê nayê dayîn alîkariyên ku Rêveberiya Xweser amade kirine, derbasî Şehba, Heleb û herêmên din ên Sûriyeyê bibin."

Hemdan El Ebid di dewama axaftina xwe de got: "Helwesta Rêveberiya Xweser a li hember tevahî sûriyan helwesta piştevaniyê ye. Divê berpirsên deriyan û siyasetmedar nakokiyên siyasî deynin aliyekî, rewşa mirovî bi cidiyet bigirin û bihêlin alîkarî derbas bibin."

Bêrîvan Xalid bang li hêzên navneteweyî û aliyên têkildar kir ku zextê li dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê bikin bila deriyên sînor li pêşiya alîkariyan vekirin.

Bêrîvan Xalid anî ziman ku hewldanên Rêveberiya Xweser ji bo sivikkirina azarên vê felaketê ne.

(bb)

ANHA