Bi çalakiyên cuda şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û saziyên civaka sivîl, tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û banga pêwîstiya pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir. Her wiha gotin azadiya wî azadiya hemû gelan e.

11 sibat, 2023   15:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker bi berdewamkirina tecrîda li ser rêber Abdullah re binpêkirina qanûnên navneteweyî, didomîne. Bi nêzîkbûna salvegera 24`an a revandina wî, şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tecrîd şermezar kir û bang li azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

HESEKÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jW0EbkAG-aQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Koçberên Serêkaniyê yên li Kampa Weşokanî ya Hesekê dimînin, xwepêşandanek li dar xist û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û Komploya Navneteweyî şermezar kir.

Girseyê pankartên “Azadiya Rêber Ocalan, kilîta aştiyê li Rojhilata Navîn e” hildan.

Xwepêşandan ji pêşiya kampê dest pê kir. Girseyê di nav kampê de meşiyan û sloganên “Bijî berxwedana Rêber Apo” berz kirin. Piştre xwepêşandan li cihê destpê kirî rawestiya û veguherî mitingê. Di mitingê de, endama Meclisa Kampa Weşokanî Emîne Mihemed axivî û bêdengiya navneteweyî li hember tecrîdê şermezar kir û got: “Heta pêkanîna azadiya Rêber Abdullah Ocalan çalakiyên me dê berdewam bikin.”

Xwepêşandan bi silavkirina berxwedana Rêber Abdullah Ocalan û şermezarkirina Komploya Navneteweyî bi dawî bû.

REQA

Li Reqayê jî şênî, rûspî û serokeşîrên bajêr, endamên saziyên sivîl ên Reqayê derketin xwepêşandanê û banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir.

Xwepêşandan ji pêşiya qada Meclisa Giştî dest pê kir û li qada Îtfaiye (Agirkujiyê) rawestiya û veguherî mitingê. Di çalakiyê de xwepêşandêran, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Partiya Sûriya Pêşerojê hildan, sloganên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bibinkeve Komploya Navneteweyî”, “Azadî ji bo Serok Apo” berz kirin.

Li qadê endamê Saziya Kar û Barên Olî Elî El Salih daxuyaniyek bi navê şêniyên bajêr xwend.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku fikrên rêber Abdullah Ocalan, rasterast bandor li pêkhateyên Sûriyê kir ku xwe li gorî wê û li ser bingeha fikrê netewa demokratîk û biratiya gelan xwe birêxistin kirin û rêveberiyên xwe yên xweser û sivîl ava kirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tecrîd li dijî qanûnên navneteweyî ye.

Di dawiyê de xwepêşandêran, banga bidawîkirina tecrîdê li ser rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya fîzîkî ya wî kir.

DÊRAZOR

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/JEo2LtZcFPI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Li rojavayê Dêrazorê şêniyan bi dirûşma “Bi giyanê berxwedana girtîgehan, em dê komployê têk bibin û bi Rêber Ocalan re azad bijîn” derketin xwepêşandanê û teqezî bi berdewamkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir.

Xwepêşandan ji pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma 7 Kîlo dest pê kir û li çerxerêya 7 Kîlo rawestiya û veguherî mitingê.

Di mitingê de, endamê rêveberiya ciwanan a Meclisa Malbatên Şehîdan Muhened El Hisên daxuyaniyek bi navê ciwanên Dêrazorê da.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku berxwedana Rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê peyama herî mezin a ji bo dijmin e.

Her wiha hat diyarkirin ku şêniyên herêmê xwedî vîn in û her çiqas dewleta Tirk û hevalbendên wê bikin, lê ew serî natewînin û wiha hate gotin: “Azadiya Rêber Ocalan azadiya me ye. Em amade ne di oxira azadiya wî de canê xwe bidin. Em fedaî wî ne. Wî azadî û rûmet da me ku desthilata dewleta kapîtalîst binpê kiribû. Bi saya fikr û feslefeya Rêber Abdullah Ocalan, xwîna şehîdan, berxwedana ciwanan û fedakariyên gerîla, êrişên dijmin ên li dijî herêmê bi bin ketin.”

Di dawiyê de xwepêşandêran bi berzkirina sloganan siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û “Bijî Rêber Abdullah Ocalan”, “Bibinkeve dewleta Tirk a faşîst”, “Na ji Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan re” û “Bi têkoşîna xwe dê azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah pêk bînin” berz kirin.

TEBQA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/JC4evqqEJm4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Rêxistinên civaka sivîl a Tebqayê bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li NY û rêxistinên hiqûqî kir ku erkên xwe bînin cih û tecrîdê bi dawî bikin.

Hevseroka Yekitiya Karkeran Zeyneb Kenan bi beşdariya endamên yekitî û odayên rêxistinên civaka sivîl a Tebqayê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de bang li NY, rêxistinên mirov û hiqûqî kir ku erkên xwe bînin cih, tecrîdê bi dawî bikin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin.

(şx)

ANHA