QSDʹê şaneyeke çeteyên DAIŞʹê bê bandor kir

Di operasyoneke QSDʹê de li gundewarên rojhilatê Dêrazorê şaneyeke çeteyên DAIŞʹê hat bêbandorkirin; 2 çete hatin kuştin û gelek çek û cebilxane hat desteserkirin.

QSDʹê şaneyeke çeteyên DAIŞʹê bê bandor kir
11 sibat, 2023   12:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSDʹê daxuyand ku di operasyoneke ewlehiyê de şaneyeke çeteyên DAIŞʹê hatiye bêbandorkirin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Di çarçoveya operasyonên domdar ên têkoşîna li dijî şaneyên rêxistina DAIŞ a terorîst û wêrankirina baregeh û cihên xwe lê vedişêrin de, Yekîneyên Antîterorê (YAT) yên girêdayî hêzên me roja pêncşemê 9ʹê Sibatê operasyoneke ewlehiyê li gundewarên rojhilatê Dêrazorê li dar xist.

Operasyon bi beşdarbûn û desteka hêzên Koalîsyona Navneteweyî pêk hat. Di operasyonê de yekîneyên me li navçeya Siwer a li rojhilatê Dêrazorê şaneyeke terorîst a DAIŞʹê şopand. Vê şaneyê desteka çek û alavên leşkerî dida şaneyên rêxistina DAIŞ û planên pêkanîna êrişên xwekujî yên ji bo têkbirina ewlehî û îstiqrara herêmê çêdikirin.”

2 ÇETE HATIN KUŞTIN

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin: “Piştî dorpêçkirina şaneyê li cihê xwe lê vedişart, yekîneyên me banga xweradestkirinê li şaneyê kir. Lê şaneyê xwe radest nekir û li dijî şervanên me dest bi êrişê kir. Şervanên me bersiva êrişê da û şer derket. Di encamê de 2 terorîst hatin kuştin.

Her wiha di operasyonê de yekîneyên me miqdareke çek û alavên leşkerî desteser kirin:

ÇEK Û ALAVÊN HATINE DESTESERKIRIN

Alavên hatin desteserkirin ev in: Demançeyek, çekeke kalaşnîkof, çekeke M15, bombeyeke destan, 3 telefon, telefoneke bitêl, amûreke rawter (Wifi), kamerayeke biçûk, kembereke teqîner, 550 guleyên BKC’yan, hezar û 400 dolarên amerîkî, 2 cercûrên demançeyan, 14 cercûrên çekên M16, 10 cercûrên kalaşnîkofan, 14 rext, 5 rextên demançeyan, betariyeke şarjkirina telefonan, motorsîklêtek û belgeyên şexsî."

(bb)