Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî eşkere kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyand ku endamê wan Ebdurehman El Celmûd li Dêrazor şehîd bûye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî eşkere kir
11 sibat, 2023   09:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hate gotin:

"Endamekî hêzên me yên herêma Dêrazorê dema erka xwe ya parastina xak û gelê xwe bi cih dianî, roja çarşemê 8ʹê Sibatê gihaşt asta şehadetê.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Ebdurehman El Celmûd
Navê bav: Menaî
Navê dayikê: Kamîla
Cih û dîroka tevlêbûnê: Kisra, 20 Gulan 2018
Cih û dîroka şehadetê: Hîsan, 8 Sibata 2023

Hevrê Ebdurehman 4 salan di nava refên Asayîşê de ma. Hevrê Ebdurehman evîndarê welat û xaka xwe bûn. Endamekî fedakar bû û xwedî rihekî bilind ê hevlatiyê bû, her tim amade bû ku giyanê xwe ji bo ewlehî û aştiya welatê xwe feda bike. Hevrê Ebdurehman heta dawiyê erka xwe bi rêk û pêk bi cih anî û di êrişeke terorê de şehîd bû.

Em sersaxiyê ji xwe û malbata şehîd Ebdurehman re dixwazin. Em bejna xwe li hemberî fedakariyên şehîdên xwe yên leheng ditewînin ku berdêlên giranbuha dane û giyanê xwe fedaî parastina gelê xwe kir. Em ê şopdarên rêya şehadetê bin heta ku ewlehî û aştî li tevahî herêmên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk werin."

(bb)