Rojnameyên erebî: Hêviyên rizgarkirina mirovan bi saxî ji bin enqazan kêm dibin

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de li kêleka erdheja li Sûriye û Tirkiyeyê, behsa rewşa Iraqê jî kirin.

Rojnameyên erebî: Hêviyên rizgarkirina mirovan bi saxî ji bin enqazan kêm dibin
11 sibat, 2023   07:02
NAVENDA NÛÇEYAN

ROJA 6`AN: NALÎN KÊM, HÊVÎ QELS DIBIN

Rojnameya Şerq El Ewsat der bare Sûriyeyê de nivîsî : “Di ser erdheja li Tirkiye û Sûriyeyê re 6 roj derbas dibin, ku berbanga duşemê çêbibû û herî kêm heta niha 22 hezar kes bûn qurbaniyên wê. Ji ber erdhejê parçeyên mezin ji her du welatan veguherîne herêmên karesatê. Tîmên lêgerîn-rizgariyê hê jî xebatên ji bo rizgarkirina mirovan bi saxî didomînin û hêvî dikin ku beriya nalînên kesên di bin enqazan de qut dibin, wan derxînin.

Duh gelek rapor derketin, tê de hat gotin ku zarok, jin û mêrên ku 5 rojan di bin enqazan de mabûn hatine rizgarkirin. Ruxmî ku hêviyên dîtina zindiyan di bin enqazan de kêm in jî, lê vê yekê hêz da endamên tîmên rizgariyê ku xebatên xwe berdewam bikin.

Dayik, hevjîn û xizmên qurbaniyan li kêleka kavilên li herêmên karesatan betanî danîn ser xwe û li dora agir kom bûne. Bi saetên dirêj, nexasim di derengiya şevê û di nava sermayê de li benda rizgarkirina malbat û xizmên xwe ne.

DYA`yê biryar da ku ji ber erdhejê wek alîkarî 85 milyon doldar bide Sûriye û Tirkiyeyê, her wiha heta 6 mehan hin cezayên li ser Şamê dan sekinandin. Di heman demê de Bernameya Xurekê ya Cîhanê (WFP) ji bo alîkariya 874 hezar mexdûrên karesatê, banga fînanseyê kir.

Li aliyê din, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi awayekî demkî ji ber erdhejê 'çalakiyên xwe' li Tirkiyeyê sekinandin.”

DIYAR E KU ŞANDEYA IRAQÊ TÊKILDARÎ ALOZIYA DOLAR TU PÊŞKETIN ÇÊNEKIRIYE

Der barê rewşa Iraqê de jî, rojnameya El Ereb nivîsî: “Aliyên siyasî yên Iraqê dibêjin ku li gorî nîşaneyên ji Washingtonê derdikevin, di roja duyemîn a serdana şandeya payebilind a Iraqê de tu pêşketin tune ne. Serdan ji bo gihaştina lihevkirinên nû der barê şertên Banka Fedral a Amerîkayê yên têkildarî hewaleyên pereyan bi dolar e.

Heman alî balê dikişînin ku di civîna çapemeniyê ya Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken û hempîşeyê wî yê Iraqê Fûad Hisên de, tu nîşaneyên têkildarî sivikkirina wan şertan ji aliyê Amerîkayê ve xuya nekirin. Her wiha anîn ziman ku daxuyaniyên Blinken ji çarçoveya axaftinên giştî yên dubare yên têkildarî hevkariya welatî wî bi Iraqê re, dernketin.

Şandeyek Iraqê ya bi serkêşiya Wezîrê Karên Derve roja pêncşemê ji bo nîqaşkirina hin dosyayên hesas serdana Washingtonê kir. di serê wan dosyayan de mijara daketina nirxê dînara iraqî, ya ji ber tedbîrên Banka Fedral li hember Banka Fedra a Iraqê û danîne sînorekî ji qaçaxkirina dolar ji bo Sûriye û Îranê, hebû.

Ev serdan ji bo bilindkirina nirxê dînarê iraqî li cem iraqiyan xwedî girîngiyek mezin e.

Meclisa fedral hin tedbîr li ser hewaleyên bi doldar ferz kirin. Rayedarên Amerîka û Iraqê gotin ku ew tedbîr ji bo rêgirtina li sextekirina pereyan û hewaleyên neqanûnî yên doldar ji bo Îranê û welatên din ên ceza li ser hene, hatine girtin.

Parlamenterê ji Hevbendiya Fetih Eqîl Fetlawî got ku Banka Navneteweyî û Rêveberiya Amerîkayê platforma Swift ji bo ferzkirina îradeya xwe û şantajkirina Iraqê, bi kar tînin. Her wiha diyar kir ku DYA`yê qonaxa hegemoniya leşkerî derbas kiriye û bi rêya wan saziyên di bin navê navneteweyî de berê xwe daye hegemoniya aborî.

Çavdêr dibêjin ku berteka endamên Hevbendiya Fetih vedigere astengiyên ku ji ber tedbîrên Amerîkayê li hember rêbazên qaçaxkirina dolar ji Îranê re derketine.

Çavdêr destnîşan dikin ku DYA helwesta xwe li hember tedbîrên girtine naguherîne, sedema wê jî ku baweriya wê bi pergala li ser hikumê Iraqê ku alîgira Îranê ye, tune ye.”

(cx)