Li Suriyeyê roja 5’an a erdhejê: 8 hezar û 685 qurbanî û birîndar

Li bajarên Suriyeyê di roja 5’an a erdhejê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 3 hezar û 383, ya birîndaran jî bû 5 hezar û 302’yan.

Li Suriyeyê roja 5’an a erdhejê: 8 hezar û 685 qurbanî û birîndar
10 sibat, 2023   07:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Di roja 5’an de, bîlançoya erdhejên ku 6’ê Sibata 2023’yan bi bajarê Mereş ê Bakûrê Kurdistanê pêk hatin û lig elek bajarên Bakur û Tirkiye, her wiha Suriyeyê bûn sedema hilweşandin û windahiyan, girantir bû.

Li herêmên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê hatine dagirkirin, hejmara heta niha 2 hezar û 30 kesan jiyana xwe ji dest daye, 2 hezar û 950 kes jî birîndar bûne. Hat ragihandin ku hîn jî gelek kes di bin xirbeyan de û dibe ku hejmara qurbaniyan zêde bibe.

Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Şamê Dr. Hesen Muhammed El Xebaş diyar kir ku heta duh hezar û 347 kesan jiyana xwe ji dest daye, 2 hezar û 295 kes jî birîndar bûne.

Lê feyde heye ku bê gotin reqemên wezîr dane tenê yên derbarê herêmên di kontorla hikûmeta Şamê de ne.