Rojnameyên erebî: Erdhejê daneyên siyasî li Sûriye û Tirkiyeyê guherandin

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa erdheja li Sûriye û Tirkiyeyê û rewşa Iraqê kir.

Rojnameyên erebî: Erdhejê daneyên siyasî li Sûriye û Tirkiyeyê guherandin
10 sibat, 2023   08:06
NAVENDA NÛÇEYAN

‘PIŞTÎ ERDHEJÊ ERDOGAN Û REJÎMA SÛRIYEYÊ’

Der barê rewşa Sûriyeyê de, rojnamevanê lubnanî Xêrallah Xêrallah ji rojnameya El Ereb re wiha nivîsî: “Erdheja li başûrê Tirkiyeyê û bakurê Sûriyeyê çêbûye, daneyên siyasî li her du herêman guherandin. Bi taybet di aliyê temamkirina herêma tampon de ku Tirkiyeyê xwest bi kûrahiya 30-35 km li hundirê axa Sûriyeyê ava bike.

Tirkiye ku di Gulanê de dê hilbijartin lê werin lidarxistin, bi xebatên ji nû ve avakirina 10 herêmên erdhejan mijûl e, ku li wan wîlayetên Tirkiyeyê binesazî wêran bûye. Vegerandina wan wekî berê, bi dehan milyar dolaran dixwaze.

Di erdhejê de xuya bû ku li Tirkiyeyê ku berê aloziya aborî lê hebû, ne bi wê mezinahiya ku serokkomar Erdogan behsê dike û divê ji xeyalên xwe yên lîstina rola hegemonîk li herêmê û heta Lîbyayê, tawîzê bide. Ji wê zêdetir, divê Erdogan planên xwe yên 2023`yan û rola Tirkiyeyê ya herêmî ji nû ve di ber çavan re derbas bike.

Erdhejê hişt ku Erdogan li şûna ku moşekên S-400 ji Rûsyayê bikire, pêwîstiya Tirkiyeyê bi cîhanê, nexasim bi DYA û Ewropayê, ferq bike. Bi taybet heke bixwaze li herêmê û derveyî wê xwedî giranî be.

Di heman demê de, serokê rejîma Sûriyeyê Beşar El Esed di mijara lihevhatina bi Erdogan re û qebûlkirina hin şertan û lihevkirinek nû ku kopiya Lihevkirina Endeneyê (1998) ye, dikare bêhna xwe vede. Li gorî wê peymanê, rejîma Sûriyeyê serokê PKK`ê Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê kir û destpêka ketina hêzên Tirkiyeyê ji axa Sûriyeyê dema ku pêwîstî hebe. Ji wê jî zêdetir, rejîma Sûriyeyê bi fermî dev ji daxwaza Lîwa Îskenderonê berda.

Her çi qas agahiyên li ser peywendiyên telefonê yên serokê herêmê û cîhanê bi El Esed re bên belavkirin jî, lê dê bêhnvedana Beşar El Esed dirêj neke.

Girîngîdayîna welatên cîhanê û dewletên Ereban ji bo Sûriyeyê dê zêdetir bibe. Lê ev girîngîdayîn dê di aliyê mirovî de be, ne di aliyê amadekirina rejîma Sûriyeyê de. Rejîma Sûriyeyê bi forma xwe ya heyî tenê pêveka “Komara Îslamê” ye, nexasim piştî ku Vladimîr Pûtîn ket nav çala Ukraynayê û ji bo dewamkirina şerê xwe li dijî Ukraynayê neçar ma xwe biavêje hembêza Îranê.

Bê guman, erdheja li başûrê Tirkiyeyê û bakurê Sûriyeyê çêbûye karesateke mirovî ya mezin bû. Lê belê cîhan dê vegere pirsgirêkên xwe yên din.

Dê erdhej pirsekê têkildarî rewşa Tirkiyeyê û giraniya wê li herêmê û cîhanê derxe pêş. Erdhejê xewnên Recep Tayyîp Erdogan têk birin, Erdogan texmîn dikir ku 2023 dê bibe destpêkek nû ya rolek xurttir a Tirkiyeyê.

Dê li ser du tiştan bê sekinandin; ya yekê serkeftina serokkomarê Tirkiyeyê yê niha di hilbijartinên Gulanê de. Ya din, hêza Erdogan a dan û standina bi rewşê re dûrî xeyalan. Bo nimûne, dê Erdogan zêdetir objektîf nêzî Yewnanistanê bibe.”

‘SÛDANÎ LI ÎMARATÊ YE’

Rojnameya Şerq El Ewsat têkildarî rewşa Iraqê wiha nivîsî: “Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî piştî Urdin û Siûdiyê gihaşt Îmaratê. Ev serdan di çarçoveya têkiliyên Iraqê yên bi welatên Ereban de pêk tê.

Serokê Îmaratê Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan, Sûdanî li koşka Weten a li paytext Ebû Zabî pêşwazî kir, piştre dan û standin kirin û derfetên pêşxistina hevkariyê û xebatên hevbeş ên her du welatan nîqaş kirin. Her wiha behsa gelek dosya û mijarên xwedî girîngiyek hevbeş kirin.”

(cx)