Bîlançoya erdheja li Bakur-Tirkiyeyê girantir dibe: 18 hezar mirî

Di erdheja Mereşê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest daye, gihaşt 18 hezar û 342’yan, her wiha nêzî 75 hezar birîndar hene. Tê diyarkirin ku hikumeta Tirk daneyên rast ranagihîne û hejmarên rast gelekî zêdetir in.

Bîlançoya erdheja li Bakur-Tirkiyeyê girantir dibe: 18 hezar mirî
10 sibat, 2023   07:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniyên rayedarên dewleta Tirk heta niha 18 hezar û 342 kesan di erhejê de jiyana xwe ji dest daye ku navenda wê navçeya Bazarcix a Mereşê bû û 75 hezar kes jî birîndar bûne.

Çavkaniyên ji herêma erdhejê diyar dikin ku bi deh hezar kesan jiyana xwe ji dest daye, hêj gelek kes di bin kavilan de ne lê dewleta Tirk hejmarên rastîn nade.

Bi hezaran welatî hê jî di bin kavilan de li benda rizgarkirinê ne. Şêniyên herêmê nerazîbûna xwe li dijî kêmasiya alîkariyê û bêrêxistinbûna hikumeta Tirk tînin ser ziman.

Her wiha li gelek cihan gelek kes di bin kavilan de ne lê rayedarên dewleta Tirk li gelek cihan xebatên lêgerîn û rizgarkirinê diqedînin. Hikumeta Tirk ragihand ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li bajarên Osmaniye, Kilîs û Rihayê bi dawî kirine.