​​​​​​​Endazyar zirarên erdheja li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dinirxînin

Komîteyên venêrînê yên Nivîsgeha Pîşeyî ya Şaredariya Gel a li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê zirarên li avahiyan ji ber erdheja li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bûye û gelek herêmên Sûriyeyê bandor bûne, dinirxînin.

​​​​​​​Endazyar zirarên erdheja li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dinirxînin
10 sibat, 2023   01:43
HELEB

Duşemê (6'ê Sibatê) li Bakur û Tirkiyeyê erdej pêk hat û bandor li bakur û naverasta Sûriyeyê kir. Dûre gelek erdhejên biçûk çêbûn û windahiyên canî û madî çêbûn.

Têkildarî mijarê, Nivîsgeha Pîşeyî ya Şaredariya Gel a li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê komîteyên venêrînê bi rêxistin kirin da ku zirarên erdhejê yên li avahiyên her du taxan çêbûne binirxînin.

Li ser vê yekê serokê Nivîsgeha Pîşeyê ya Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê endazyar Ednan Jaro ji ajansa me re axivî.

Jaro sersaxî ji qurbaniyên erdejê re xwest û wiha got: "Hêza erdhejê mezin bû. Ji ber vê yekê me bi komîn û meclisan re koordîna kir ku zirarên avahiyên binirxînin."

Jaro wiha domand: "Heta niha tu avahî ji ber erdejê nehatine hilweşandin û ev jî tiştekî baş e. Lê di gelek avahiyan de qelişandin hene û dibe ku hin avahî hilweşin."

Jaro diyar kir ku ji ber vê yekê û ji bo ev yek were derbaskirin, komîteyên xizmetguzariyê yên komînan dest bi eşkerekirina rewşên avahiyan kir û komîn jî bi rêya xwe avahiyên zirar dîtine ji komîteyên nivîsgeha pîşeyî re dişînin.

'ENDAZYARÊN JI DERVEYÎ TAXÊ BI DILAXWAZÎ ALÎKARIYÊ DIKIN'

Jaro spasiya kedên endazyarên dilaxwaz ên ji derveyî taxê di xebatên venêrînê de kir û ev tişt got: "Bi her endazyarekî nivîsgehê re endazyarek dilxwaz heye."

Li ser çawaniya nirxandina asta xeteriya avahiyan Jaro ev tişt got: "Nirxandina li ser 3 astan tê kirin û ev in:

Pileya yekemîn; ew avahiyên ku tê de pirsgirêk tune ne û welatî piştî rawestandina çalakiya erdhejê dikarin vegerin avahiyan.

Pileya duyemîn; ew avahiyên ku tê de jêrzemîn û malika pêpelokan nehatiye lêkirin. Lê tenê tê de qelîştekên hindik hene û tu xeterî tune ne û welatî dikarin piştî erdhej bi dawî bû, vegerin malên xwe.

Pileya sêyemîn; ew pileya herî xeternak e. Di dîwarên wan avahiyan de zirar çêbûne, tu jêrzemîn tune ne û stûnên wan daketine. Ew avahî yekser tên valakirin û heta werar sererastkirin divê kes tê de nemîne."

Girêdayî encamên avahiyên zirar dîtine, Jaro hejmarên diyar ligel dewama çalakiyên venêrînê diyar nekir.

(fr)

ANHA