​​​​​​​Bekir Elo: Alîkariyên mirovî û sotemenî negihaşt kantona Şehbayê

Tevî dorpêça li Sûriyê çêbûye û bandor li kantona Şehbayê kiriye ku zêdetirî hezar û 200 malbatên ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye revîne pêşwazî kirin, hikumeta Şamê dorpêçkirina kantonê didomîne ku heta niha tu alîkarî negihaştin herêmê.

​​​​​​​Bekir Elo: Alîkariyên mirovî û sotemenî negihaşt kantona Şehbayê
10 sibat, 2023   04:23
ŞEHBA-CÛDÎ SÎPAN

Hevserokê Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Bekir Elo bi rêya telefonê ji ajansa me re axivî û got: “Alîkariyên xêrxwaziyê û sotemenî heta niha negihaştine kantona Şehbayê.”

Koçberê bi navê Mihemed Ehmed jî got: “Di çend rojên dawîn de, hejmara şêniyan zêde bû. Lê dorpêça tengav a li ser kantonê, rewş zehmettir kir. Ji ber wê jî, divê rêxistinên mirovî û hêzên navneteweyî fişarê li hikumeta Şamê bikin da ku vê dorpêça tengav a li ser herêmê bi dawî bikin û derfetê bidin ku alîkariyên mirovî derbasî herêmê bibin.”

Koçberê bi navê Ciwan Mihemed jî got: “Ji dema ku hikumeta Şamê doprêça li ser kantonê girantir kiriye, di sotemenî, derman û madeyên xwarinê de bihabûneke zêde li herêmê çêbûye. Ji ber wê azarên şêniyên ji Helebê hatine herêmê zêde bû nexasim ku alîkarî hîna negihaştine herêmê.”

(şx)

ANHA