Ebid El Mihbaş: Divê girîngiyê bidin rewşa mirovî û nakokiyên siyasî bidin aliyekê

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El Mihbaş bang li hemû aliyên Sûriyê kir ku nakokiyên xwe yên siyasî bidin aliyekê, girîngiyê bidin rewşa mirovî li gel ku dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê rê nadin ku alîkariyên mirovî yên Rêveberiya Xweser pêşkêş kirine, bigihêjin herêmên wêranbûyî.

Ebid El Mihbaş: Divê girîngiyê bidin rewşa mirovî û nakokiyên siyasî bidin aliyekê
9 sibat, 2023   23:39
REQA-EHMED EL ESAF

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê alîkariyên mirovî amade kirin da ku bişîne herêmên bakur rojavayê Sûriyê yên dagirkirî û herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de da ku piştgiriyê bide kesên ji erdhejê zirar dîtine. Lê hikumeta Şamê û dewleta Tirk nahêlin ev alîkarî bigihêjin herêmên wêranbûyî.

Hevserokê Meclisa Rêveber Ebid Hamid El Mihbaş ji ajansa me re axivî û got: “Li gel vê karesata biêş ku di encamê de bi hezaran bûn qurban û di bin kavilan de winda ne, çi li bakur rojavayê Sûriyê yan jî hundirê Sûriyê yan jî li Tirkiyê, em sersaxî ji xizmên qurbaniyên erdhejî bi giştî re dixwazin.”

El Mihbaş wiha domand: “Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji roja yekemîn ve, daxuyanî da ku amade ye alîkariyên mirovî ji xelkê me yê sûrî re bişîne çi li bakur rojavayê Sûriyê yan jî li hundirê Sûriyê.”

Her wiha El Mihbaş da zanîn ku karwanekî alîkariyên mirovî li korîdora Um Cilûd a Minbicê rawestiye û ev agahî parve kirin: “Berpirsên Rêveberiya Xweser heta korîdorê bi karwanê re bûn. Me têkilî bi aliyekê navneteweyî re danî ji bo ku karwan bigihêje cihê xwe. Niha karwanek din tê amadekirin ji bo ku bişînin herêmên li hundirê Sûriyê.”

El Mihbaş balkişand ser hewldanên Rêveberiya Xweser ên ji bo şandina alîkariyan û got: “Tevî bangewaziyên me ji bo hêzên li bakur rojavayê Sûriyê û hikumeta Şamê da ku van alîkariyan pêşwazî bikin, lê heta niha tu bersiv ji aliyê wan ve tune ye. Ji ber wê em neçar man ku bi aliyên navneteweyî re têkilî deynin da ku van alîkariyan derbasî wan herêman bikin.”

`DIVÊ NAKOKIYÊN SIYASÎ BIDIN ALIYEKÊ`

Ebid El Mihbaş destnîşan kir ku di vê pêvajoya îstîsna de divê aliyên siyasî, nakokiyên xwe deynin aliyekê û ev li gotinên xwe zêde kir: “Divê em sûrî, biryarên me di vê pêvajoyê de li gorî vê karesata bi êş, îstîsna bin. Ji ber ku me bi hezaran zarok, temenmezin, jin û mêr ji dest dan. Ji ber wê divê em nakokiyên xwe yên siyasî bidin aliyekê.”

El Mihbaş wiha berdewam kir: “Divê niha em girîngiyê bidin rewşa mirovî. Alîkariya xelkê xwe li her derê bikin. Me ya ser xwe kir û hemû korîdorên bi hundirê Sûriyê re vekir ji bo ku alîkariyên mirovî bigihêjin herêmên wêranbûyî.”

Di dawiyê de Ebid El Mihbaş got: “Çi ji destê Rêveberiya Xweser were dê bike, sotemenî, alîkariyên mirovî û tiştên din dê pêşkêş bike. Niha kampyayek dest pê kiriye ji bo ku alîkariyên xêraxwaziyê û hemû pêdiviyên din bên peydakirin. Rêveberiya Xweser dê di gihandina alîkariyan de ji bo gelê me yê Sûriyê bi giştî çalak be.”

(şx)

ANHA